Li Wanê vekirina buroyê ya girseyî: Em ê qeyûman bişînin 2024-02-19 15:11:12     WAN - Li Erdîşê bi tevlîbûna bi sedan welatiyan buroya hilbijartinê vebû û li vir hat gotin vê girseyê mizgînî daye û wê têkoşîn bê mezinkirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), di çarçoveya xebatên hilbijartinên 31'ê Adarê de li navçeya Erdîşa Wanê buroya hilbijartinê vekir. Bi sedan kes bi def û zurneyan tevli vekirinê bûn û govend gerandin. DBP, DEM Partî, Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, namzetên hevşaredariya Erdîşê Guler Temel û Baran Bilici her wiha Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gülcan Kaçmaz Sayyigit tevli vekirina buroya hilbijartinê bûn. Her wiha welatiyên li derûdorê jî bi nîşana serfiraziyê û bi çepikan piştgirî dan vekirina buroya hilbjartinê.    Li cihê buro lê hat vekirin bi hezaran kes bi gerandina govendê li hêviya girseyê man. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî namzetên hevşaredariyê dan.    Berî axaftinan ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin. Piştre namzeta hevşaredariya Erdîşê Guler Temel da zanîn ew bi kêf û coşa li qadê kêfxweş bûne û bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê û Nobetên Edaletê yên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya meseleya kurd hatine destpêkirin.    Namzetê hevşaredariya Erdîşê Baran Bilici jî da zanîn ew ê qeyûman bişînin û got ew ê têkoşîna xwe bidomînin û ew ê bi gel re bi ser bikevin.    Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ew ê şaredariya Erdîşê bigirin û got gel her tim li partiya xwe û li îradeya xwe xwedî derdikeve. Her wiha Abdullah got divê Abdullah Ocalan azad bibe û meseleya kurd bê çareserkirin.