Li Bendava Duhokê mirina bi guman a jineke Êzidî 2024-02-19 13:17:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku cenazeyê jineke Êzidî ku li kampa Domîze dijiya, li bendava Duhokê hat dîtin.   Li gorî agahiyên hatine ragihandin, beriya demek kurt, li bendava Duhokê cenazeyê jinek Êzidî hate dîtin.   Li gorî heman agahiyan jina Êzidî xelkê Şengalê ye û piştî êrişa çeteyên DAÎŞ’ê koçberî kampa penaberan a Domîze ya li Duhokê bû û li wir dijiya.   Lê heta niha sedema mirina jina Êzidî nayê zanîn û ti daxuyaniyek fermî derbarê buyerê de ji aliyê dezgehên emnî ve nehatiye belavkirin.