Gumanbarê Ayşe qetil kir zexta ku xwe bikuje lê kiriye 2024-02-19 09:02:53     Şehrîban Aslan    AMED - Sala borî gumanbar Abdulhamît Altan, jina bi navê Ayşe Altan ku pê re di asta destberdanê debû, qeitl kir. Di îdianameya der barê gumanbar de hat amadekirin de ji sûcê ‘Plankirî bi qestî hevjîn kuştinê’ ceza hat xwestin. Her wiha di îdianameyê de hat diyarkirin ku gumanbar zexta xwekuştinê jî li Ayşeyê kiriye. Lê  ji ber ku Ayşeyê xwe nekuştiye, wî Ayşe kuştiye.   Di 16’ê îlona 2023’an de li Peyas a Amedê mêrê bi navê Abdulhamît Altan, jina bi navê Ayşe Altan (31) ku pê re di asta destberdanê de bû bi çekê qetil kir. Ayşe sê meh beriya ku bê qetilkirin, biryara destberdanê digire û li gel malbata xwe bi cih dibe. Gumanbar Ayşeyê direvîne û dibe malê û qetil dike. Gumanbar piştî hat binçavkirin  ji aliyê 3’emîn Dadgeha Ceza Sulhê a Amedê ve hat girtin.   Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê gumanbaran de ji sûcê ‘Plankirî bi qestî hevjîn kuştinê’ îdianame amade kir.   Ayşe ji aliyê gumanbar ve plankirî hat qetilkirin   Di îdianameyê de hat diyarkirin ku di 16’ê îlona 2023’an de saet li dora 07.28’an îxbar tê ji polîs re û di îxbarê de 4 zarokên biçûk geriyane û gotine dê û bavê wan mirine, lê polîsên diçin malê  dibînin ku gumanbar ne li malê ye. Di îdianameyê de tê dîtin ku gumanbar bi îfadeyên  xwe parastiye û gumanbar gotiye zor li Ayşeyê kiriye ku xwe bikuje lê ji ber wê xwe nekuştiye, wî Ayşeyê kuştiye.   Der barê gumanbar de ji sûcê  Plankirî bi qestî hevjîn kuştinê’ ceza hat xwestin. Îdianameya hat amadekirin û ji aliyê 10’emîn Dadgeha Ceza Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Rûniştina dozê ya  yekem di 31’ê Gulanê de ye.