Li Rihayê jinek hate qetilkirin 2024-02-18 18:54:12     RIHA - Li navçeya Halîliyeyê mêrê bi navê Kanan Şamlioglu, hevjîna xwe ya bi navê Nîhal Şamlioglu bi çekê qetil kir.    Mêrê bi navê Kanan Şamlioglu (32) li ber Qereqola Sarayonu ya li Taxa Kamberiye ya girêdayî navçeya Halîliye ya Rihayê Nîhal Şamlioglu (27) ya di asta berdanê de bi çekê qetil kir. Gumanbar pişt re hewl da bi çekê xwe jî bikuje.    Tîmên tenduristiyê yên di demekî kurt de hatin cihê bûyerê tespîtkirin ku Nîhal Şamlioglu jiyana xwe ji dest daye. Kenan Şamliogluyê giran birîndar bû jî piştî mudaxileya ewil a hate kirin, rakirin nexweşxaneyê. Hate zanîn ku piştî lêkolîna polîsan cenazeyê jina ciwan dê bibin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.