DEM Partiyê li Bêrecukê buroya hilbijartinê vekir 2024-02-18 16:48:43     RIHA/MÊRDÎN - DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Bêrecûk buroya hilbijartinê vekir û li Mêrdînê bi girseyî namzetên xwe da danasîn.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya hilbijartinên 31’ê Adarê de xebatên xwe û danasîna namzetan didomîne. Di vê çarçoveyê de li navçeya Bêrecûk a Rihayê buroya ewil a hilbijartinê vekir. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bûn. Konvoya ku ji sedan wesayîtan pêk dihat di ketina bajar ber bi Cadeya Firatê ve hat ku buro lê hat vekirin. Di dema derbasbûna konvoyê de welatiyan jî bi nîşaneyên serkeftinê û çepikan piştgirî dan. Bi hezaran kes tev li vekirina buroyê bûn û veguherandin mitîngê. Di vekirina buroyê de welatiyan li ber stranên kurdî govend gerandin. Jin bi cil û bergên kurdî tev li bûn û dîmenên rengîn derketin holê.    Hevserokê DEM Partiyê yê Bêrecûkê Hasan Yildiz û Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî ji ber tevlibûna girseyî spasiya gel kirin. Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya û Mehmet Begît axivîn. Di dema vegotina projeyan de girseyê gelek caran bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî" axaftin hatin qutkirin. Begît, got ku dê dawî li pergala axatiyê bînin û dê gel bi xwe Bêrecûkê birêve bibe.    Mêrdîn   DEM Partiyê li Mêrdînê namzetên xwe da nasîn. Civîna danasînê li navçeya Qoserê hat lidarxistin. Gelek kes tev li civîna danasînê bûn.    Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz got ku dê partiya wan li bajar rêjeyeke bilind a dengan wergire û wiha got: “Vê eywanê ji îro ve encama hilbijartinê ya li Mêrdînê jî eşkere kir. Gelê Mêrdînê dê hem li navendê hem jî li navçeyan serkeftineke mezin bi dest bixe.”    Piştre jî namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr axivî û diyar kir ku ji bo hilbijartinê demekî kin ma ye.    Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî ev tişt anî ziman: “Têkoşîna me ya esasî, xwedîderketina li têkoşîna gelê kurd e.    Piştre jî bi namzetan re wêne hatin kişandin. Bername ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Hat zanîn ku di civînê de ji bo diyarkirina nexşerêya hilbijartinan nîqaş hatin kirin.