Starta Çalakiyên Roja Zimanê Dayikê hat dayîn 2024-02-18 15:35:10     WAN - DEM Partî û Rêxistinên DBP'ê yên Bajarê Wanê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê starta çalakiyên ku wê li dar bixin dan.   Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên bajarê Wanê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ku gelek nûnerên saziyan û bi sedan welatî amade bûn, pankartên "Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê" û "Dem dema ziman e" hatin vekirin û dirûşma "Bê ziman jiyan nabe" hat berzkirin.   Kurdî hîn jî wekî 'zimanê X' tê binavkirin   Di daxuyaniyê de cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM'ê yên navçeya Wanê Yakup Almaç axivî û polîtîkayên qedexe û asîmîlasyonê yên li ser zimanê kurdî şermezar kir û got ku ji bo zimanê kurdî li hemû qadên civakê bê axaftin, têkoşîna xwe didomînin. Yakup destnîşan kir ku ew ê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê gelek bernameyan li dar bixin û wiha got: “Ziman hemû nirxên civakê nîşan dide. Em jî wek gelê Kurd dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî jiyana xwe bidomînin, lê mixabin li vî welatî hîn jî axaftina bi Kurdî qedexe ye. Şerma qedexekirina Kurdî ya îro ya hemû civakên cîhanê ye. Îro dema ku di meclîsa tirk de kurdî tê axaftin, wekî 'zimanê nenas' an jî 'zimanê x' tê qeydkirin. Me xwest îro li tax û kuçeyan çalakiyên xwe yên têkildarî roja ziman bi kurdî li ser afîş û panoyan nîşan bidin, lê Walîtiya Wanê ev xebat qedexe kir. “Em helwesta wan şermezar dikin û vê biryarê nas nakin.   'Têkoşîna me wê bidome'   Yakup, da zanîn ku wan dest bi çalakiyên Roja Zimanê Dayikê kirine û wiha got: “Em ê li her qadê bi zimanê xwe biaxivin û têkoşîna xwe bidomînin. Em girîngiya ziman dizanin û ji bo mirovan pir watedar e. Ji bo vê jî li her qadê êrîşeke mezin li ser zimanê me tê kirin. Em bang li gelê xwe dikin, yên ku li vî welatî aştiyê dixwazin, bila beşdarî bernameyên me yên ku em ê heta 21ê Sibatê li dar bixin, bibin. Em ê li her qadê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê xwe bidomînin."   Çalakî ku li Wanê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bên lidarxistin wiha ne:   19’ê Sibatê: Li bajêr bi şîara “Em ji bo Kurdî dimeşin” wê meşeke girseyî bê lidarxistin û saet di 17.00 de jî li ber Navenda Kar a Aydin Perîhanê daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayîn.   20'ê Sibatê: Di pêşengiya Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê saet di 12.00'an de li dijî qedexe û asîmîlasyona zimanê kurdî belavok dê bên belavkirin.