'Meclîsa Jinan a HDK’ê di 2024’an de têkoşînê mezin dike' 2024-02-18 09:03:21     Elfazi Toral   STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a HDK’ê Nazli Buket Yazici da zanîn ku meclîs bi mezinkirina têkoşîn û meclîsbûnê ketiye dema 13’emîn û wiha got: “Em ê di 2024’an de têkoşîna jinê hîn mezin bikin. Rêxitinbûn ji bo me girîng e. Em bi jinan re têkoşînek mezin dimeşînin. Em ê li dijî şer aştiyê ava bikin. Di 8’ê Adarê de em ê bi hemû hevalên xwe re bi têkoşîn, berxwedan, coş, hêrs û li dijî şer avakirina aştiyê li kolanan bin.”   Meclîsa Jinan a Stenbolê ya  Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Lijneya Jinan a Dema 13’emîn  hefteya borî li avahiya navendê ya Beyoglu pêk anîn. Di lijneyê de hat diyarkirin ku HDK’ê heta îro di xeta çarserî û têkoşînê de xwe xurt kiriye û meclîsa jinê jî hem bi tevgerên jinan a cîhanê hem jî bi tevgerên jinan ên Tirkiyeyê re hatiye gel hev û têkoşîn mezin kiriye. Di lijneyê de peyama wê têkoşîn bê xurtkirin û mezinkirin hat dayîn û her wiha hat bilêvkirin ku pirsgirêkên civakî wê bi têkoşîna hevpar a jinên cîhanê bê çareserkirin.   Berdevka Meclîsa Jinan a HDK’ê Nazli Buket Yazici der barê têkoşîna dimeşînin û nexşerêya nû de ji JINNEWS’ê re axivî.   Bi jinên erdhejzede re ketin nava piştevaniyê   Nazliyê destnîşan kir ku giranî dane xebatên jinan û di 2023’yan de bi gelek jinan re hatine gel hev û piştevanî mezin kirine. Nazliyê wiha domand: “Em sala borî di xebatên jinan de li ser du esasan pêş ketin. Di dema nû de pêvajoya erdheja 6’ê Sibatê pêk hat. Wê demê meclîsa me ya jinan li ser vê pêvajoyê sekinî. Me hema bi lez û bez li herêmê xebatên piştevaniyê da destpêkirin. Em dema çûn herêma erdhejê gelek hevalên me ev dîtin, jiyan tunebû lê yên jiyan ava kirin jin bûn. Jinên ku malek û ocaxek wan tunebû, dîsa yên ked dan malê û ew ked fikirîn jin bûn. Yanî jinan di pêvajoyê de du caran zor û zehmetî dîtin. Ji ber vê mezinkirina piştevaniyê di alî me de du caran mezin bû.”   Hemû jinan xwe bi rêxistin kir   Nazliyê diyar kir ku xebatên li herêman bi koordîne meşandine û ev tişt bi lêv kir: “Me hem bi meclîsa jinan re hem jî bi rêxistinên din ên jinan re di kampanyayên piştevaniyê de bi lez û bez dest bi xebatan kir. Di vê demê de me dît ku hewcedariya me bi piştevanî û rêxistinbûna jinê heye. Piştre bi pêvajoya 8’ê Adarê re jin bi coş, kelecan û hêrsa xwe daketin kolanan. Bi hêrsa hilweşîna erdhejê daket kolanan. Ewil jinan hesab pirsî. Ev rêxistinbûn ji bo me girîng bû.   Kampanyaya komkirina nameyan   Nazlicanê daxuyakirin ku di 8’ê Adarê de bi her jinên aliyên cuda re hatine gel hev û wiha pê de çû: “Ne tenê li bajarên Rojava, me ji bo piştevaniya hevalên herêma erdhejê jî kampanya pêk anî. Me xwest em pirekê ava bikin. Me ji bo jinên herêma erdhejê kampanyaya komkirina nameyan pêk anî. Li hemû herêman me pêşengiya xebatek xweş kir. Di esasê xebatên me de bilindkirina têkoşîn û piştevaniya jinê hebû.”   Meclîsbûnê mezin dikin   Nazliyê dema 13’emîn a meclîsê jî nirxand û wiha vegot: “Pergala meclîsbûnê ku dikare jiyanek nû ava bike û hemû bindest bi hev re dikarin têbikoşin, pergalek nû ava dike. Paradîgma bixwe di vî alî de yek ji qadên ku herî zêde hewce pê tê dîtinê ye. Têkoşîna jinê yek ji hewcedariya herî sereke ye. Ji bo me jî seranserê demê ev berpisyariya me ye. Dema me ev kir hatina hemû jinan a gel hev esas û girîng bû. Bi rêxistinên jinan re mezinkirina têkoşînê girîng bû. Me demeke ku têkoşîn bi jinan re mezin kir li pey xwe hişt.   ‘Em ê li dijî şer aştiyê ava bikin’   Nazlicanê anî ziman ku wê di 2024’an de têkoşîna jinê mezin bikin û wiha nirxand: “Em ê vê pêvajoyê têkoşîna jinê mezin bikin û li dijî zîhniyeta serdest a mêr û paşverû têbikoşin. Di pêvajoyeke ku mafên herî sereke yên jinan a wek Peymana Stenbolê hat vekişandin û 6284 ji nîqaşê re hat vekirin de em ê têkoşîn û piştevaniya xwe mezin bikin. Em têkoşîna mafê jiyanê didin. Em ê têkoşînê mezin bikin.”   ‘Di 8’ê Adarê de hemû jin bi berxwedanê wê li kolanan bin’   Nazliyê wiha dawî lê anî: “Em ê li dijî şer aştiyê ava bikin.  Di 8’ê Adarê de em ê bi hemû hevalên xwe re bi têkoşîn, berxwedan, coş, hêrs û li dijî şer avakirina aştiyê li kolanan bin.”