ROJEVA 18'Ê SIBATA 2024'AN 2024-02-18 09:00:00     *Berdevka Meclîsa Jinan a HDK’ê Nazli Buket Yazici da zanîn ku meclîs bi mezinkirina têkoşîn û meclîsbûnê ketiye dema 13’emîn û wiha got: “Em ê di 2024’an de têkoşîna jinê hîn mezin bikin. Rêxitinbûn ji bo me girîng e. Em bi jinan re têkoşînek mezin dimeşînin. Em ê li dijî şer aştiyê ava bikin. Di 8’ê Adarê de em ê bi hemû hevalên xwe re bi têkoşîn, berxwedan, coş, hêrs û li dijî şer avakirina aştiyê li kolanan bin.” DÎMEN HEYE