Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê dewam kir 2024-02-17 16:40:01       MÊRDÎN - Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê dewam kir.    Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP'a Mêrdînê ji aliyê Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ve hatibû destpêkirin dewam dike. Çalakvanên ji Dêrikê hatin bi kincên xwe yên kurdî nobet dewam kirin. Îro jî di nobetê de perwerdeya bi kurdî dewam kir.    Di nobetê de li ser mijara modernîteya demokratîk hat sekinandin. Gotarên derbarê Jinoelojiyê de hat xwendin.    Dayikên di nobetê de daxwazên xwe anîn ziman. Dayika Aştiyê Hamdiye Kiran got ev çalakî ji bo azadiya Abdullah Ocalan  û ji bo piştevaniya girtiyên di grevê de ne. Her wiha Dayika Aştiyê Hulya Tekin jî da zanîn ew dixwazin Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe û got divê kurd bên gel hevdu û rabin ser piyan.    Piştre “Çîroka Keçka Kuştî” hat xwendin.