Li Melboûrneyê komploya navneteweyî hat şermezarkirin 2024-02-17 16:38:58       NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê li dijî komploya navneteweyî çalakî didomin.   Kurd û dostên wan di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, çalakiyên protestoyî didomînin.   Kurdên li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê li ber postxaneya berê bi pêşengiya NAV-KURD hatin ba hev.   Di daxuyaniya hatî dayîn de wiha hate gotin: "Mirovahiya cîhanê bi bêhêvîtiyê re rû bi rûye, lê felsefeya Abdullah Ocalan li Rojava mirovan bi hêvî dike."   Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar di çalakiyê de axivî û diyar kir ku tevî komployê jî Tevgera Azadiya Kurd mezin dibe.   Di çalakiyê de belgefilma têkildarî pêvajoya komployê hate temaşekirin. Mahmût Kahraman helbesta xwe ya bi Kirmançkî ya ji bo Abdullah Ocalan nivîsandî, xwend.