Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Komploya Navnetewî şermezar kir 2024-02-17 16:37:15       NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyekê Komploya Navnetewî a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û da diyakirin ku tenê bi şermezarkirinê ewê nikaribin Abdullah Ocalan azad bikin, lewra pêwîste her kes têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mezintir bike.   Li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li çiyayê Şengalê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyekê Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Saziyê di daxuyaniya xwe de da diyakirin ku hêzên tecrîdê li ser Rêbertî giran dikin û hêzên bûn sedema fermanê heman hêzin.   Daxuyaniya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi amadebûna malbatên şehîdan û bilndikrina wêneyên Abdullah Ocalan ji aliyê dayika Şehîd Dijwar Feqîr, Xoxê Cindî ve hate dayîn.   Di destpêka daxuyaniyê de Xoxoê Cindî got: ”Em di serî de siyaseta ku dûre ji hemû pîvanên mirovatiyê, li ser Rêbertî didin meşandin şermezar dikin. Sê sal derbas dibin ku Rêber Apo dibin tecrîdeke girankirî de ye û destûr nayê dayîn ku malbat û parêzer serdana wî bikin û gel jî tu agahiya ji Rêbertî nagire. Tu dewlet û saziyên ku mafê mirovan ji xwe re esas digrin, li hemberî girtiyekî vê sîstema ne edaletî pêk nayinin. Gelek kes û dewlet li hembewrî zarok û xelkê medenî komkujiya pêktînin û sûcên şer dikin. Lê ev kes nayên darizandin û girtin. Jiber ku Rêber Ocalan çareseriya pirsgirêkên van aloziyan e, lewma dixwazin dengê Rêber Ocalan dernekeve derve.   Xoxê Cindî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê bibîr xist û destnîşan kir ku kesên niha tecrîdê li ser Rêbertî pêk tînin û kesên bûn sedema fermana li ser gelê me, ji hev ne qut in, heman hêz û fikr in, rê li ber azadiya Rêbertî digrin. Ne kesên bûne sedema fermanê û ne jî kesên li ser Serokatî binpêkirinê dikin, heya niha nehatine darizanin.   Di dewamê de Xoxê wiha got; “Ji nav girtîgehan heta her çar aliyên cîhanê gelê Kurd û dostên wê di nava bajarên Tirkiye de û li her derê, bi milyona kes ji bo azadiya Rêbertî tiliyên azadiyê bilin dikin û azadiya Rêbertî dixwazin. Jiber ku Rêber Apo ji bo hemû gelên azadîxwaz pêwîst e, lewna ew qas kes li Rêbertî xwedî derdikevin. Pêwîst e xwesteka van kesan a ji bo azadiya Rêbertî bê esas girtin û Rêber Apo azad bibe. “   Di dawiyê de Xoxê Cindî Komploya Navnetewî a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Ji bo me wek civaka Êzidî roja girtine Rêbertî mîna Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bû ku di wê fermanê de bi hezaran jin, zarok û kalên me hatin girtin û qetilkirin. Tenê bi şermezarkirinê em ê nikaribin Rêbertî azad bikin, pêwîst e em têkoşîna xwe hê xurti bikin û Rêbertî ji nava çar dîwara bê azad kirin.   Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bidawî bû.