Nobeta Edaletê ya Êlihê: Em ê li nirxên xwe xwedî derkevin 2024-02-17 16:20:27       ÊLIH - Nobeta Edaletê ya li Êlihê dewam dike.    Nobeta Edaletê ya li Êlihê di roja 17'emîn de dewam dike. Gelek welatî, rêxistinên civaka sîvîl çûn serdana nobeta ku li avahiya DBP'ê dewam dike. Di nobetê de qala grevên birçîbûnê hat kirin û banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.    Welatiya bi navê Mevlude Onat da zanîn ji bo tecrîd bê rakirin divê têkoşîneke bi hêz hebe û bang li her kesî kir ku li girtiyan xwedî derkevin û têbikoşin.    Welatiya bi navê Şukriye Acar jî da zanîn zext û zilmek li ser gelê kurd heye û got divê her kes ji bo ziman, hebûn û nirxên xwe li berxwe bidin.     Nobetê bi stran, lîrandin, berzkirina dirûşmeyan dewam kir.