RJAK: Divê demil dest Seroka rêxistina me were berdan 2024-02-17 15:43:48       NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK’ê di derbarê Dilovan Ekrem ku 25 rojin li bajarê Kerkûkê hatiye binçavkirin, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de binçavkirina Dilovan Ehmed hate şermezarkirin û daxwaza demildest berdana wê hate kirin.   Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ji bo çapemenî û raya giştî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku piştî qetilkirina Firyal Xalid ango Zelal Zagros 25 rojan, Seroka rêxistina wan Dilovan Ekrem li bajarê Kerkûkê hate binçavkirin.   RJAK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wek jinên Başûrê Kurdistanê di wê baweriyê dene ku ev êrişên li ser jinên pêşeng pir bi armanc û bi zanebûn tên kirin, van hewldanên şikestî şermezar dikin û bang li rêxistinên jinan hate kirin ku tevlî wan bibin.   Daxuyaniya RJAK’ê wiha ye:   “Her kes dizane ku ev demek e li Başûrê Kurdistanê û Iraqê jinên têkoşer dibin hedef, ev jin bi salan e ji bo azadiya jin û civakê têdikoşin. Hedefgirtina van jinên têkoşer, bêdengkirina hemû jinan e. Çawa ku li bajarê Silêmaniyê di nav rojê de şehîd Nagihan Akarsel, bi destê teroristan û jinkujan hate hedef girtin û qetilkirin. Heman şêweyî li bajarê Kerkûkê ev kiryara terorî hate dubarekirin û Firyal Xalid hate şehîd xistin.   Şehîd Firyal di temenk ciwan de rêya azadiya jinê nas kir. Ji bo azadiya jinê ji Rojava heta Ermenistanê têkoşiya, li beramberî teroristên wek DAIŞ’ê sekinî û têkoşîn kir.   Berpirs û kujerên van tawanên hovane ji rêkeftina di navbera dewleta dagirker a Tirk û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de ne dûr e. Di wan rojan de Hakan Fîdan gef li Iraq û Başûrê Kurdistanê kir, Erdogan Kurdistanê bi terorîstiyê bi nav kir û gefa êrişê xwar. Dewleta faşîst a Tirk, dibin navê ‘terorê’ de jinên têkoşer dike hedef. Ji ber vê yekê, êrişa terorî li pey van gefan hate pêkanîn.   Wek jinên Başûrê Kurdistanê, em di wê baweriyê dene ku ev êrişên li ser jinên pêşeng pir bi armanc û bi zanebûn tên kirin. Em bi tundî van êrişên terorî yên li ser jinên têkoşer şermezar dikin. Ji bo Iraqê cihê şermezariyê ye ku kujer û terîstên van kiryarên terorî negirtiye. Divê berevajiyê vê rêgirî û astengî li kar û kiryarên wiha bike.   Ji bo hemû aliyan eşkere dikin ku Seroka Rêxistina me Dilovan Ekrem 25 rojin hatiye binçavkirin. Ev girtina bêyî ku serî li qanûn û hebûna delîlan were dayîn binpêkirina qanûnên cîbicîkar ên welat e.   Em van hewlên şkestî şermezar dikin û daxwaz ji rêxistinên jinan dikin ku li gel me bin. Bang li dewleta Iraqê dikin ku demil dest Seroka rêxistina me Dilovan Ekrem were azadkirin. Ji raya giştî re jî dibêjin ku ger îro li ser rêxistina me ev yek were kirin, sibe wê li ser rêxistinek din were kirin. Dema ku armanc tepisandina jinan be divê hemû rêxistin bibin xwedî helwest û daxwaza demil dest azadiya Dilovan bikin.”