Li Wanê namzetên hevşaredariyê yên DEM Patiyê hatin venasîn 2024-02-16 18:25:03   WAN - Li Wanê namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê pbi tevilbûna hezaran kesî hat venasîn. Hevserokên DEM Partiyê û namzetên şaredariyê diyar kirin ku wê qeyûman di 31’ê Adarê de bişînin û şaredariyan bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ bi rêve bibin.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Wanê bi bernameyekê namzetên hevşaredariyê dan venasîn.Konvoya ji sedan wesayîtî pêk ket bajar  û namzetan, dayikên aştiyê, endamên TJA’yê û bi sedan welatî tevli konvoyê bûn.    Li ber Altin Palas a Kolana Îskeleyê konvoy hat pêşwaîkirin. Namzetan gel silav kir û ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.   Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt axivî û da zanîn ku wê gelê Wanê dawî li qeyûman bîne û got serkeftin ya gelê Kurd e. Hevserokê navendî Veysî Dîlekçî jî axivî û got wê meşa wan bigihêje serkeftinê.   Piştre namzet yek bi yek derketin ser dîkê û gel silav kirin. Di axaftinên hatin kirin de hat diyar kirin ku wê qeyûman di 31’êAdarê de bişînin û şaredariyan bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ bi rêve bibin