Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 74'an de dewam dike 2024-02-16 16:32:48       WAN - Nobeta Edaletê ya li Wanê di roja 74'an de dewam dike.    Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengiya TUHAY-DER'ê hatiye destpêkirin di roja 74'an de dewam dike. Nobet li avahiya DBP'ê ya bajêr dewam dike. Endamên Meclîsa Jinan û Ciwanan a DEM Partiyê çûn serdana nobetê.    'Em mafdar in em ê bigihêjin armanca xwe'   Di çalakiyê de hat diyarkirin het tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe wê têkoşîn bidome û wiha hat gotin:"Em mafdar in em ê bigihêjin armanca xwe."