Îfadeyên rojnamegeran ên li dadgeriyê dest pê kir 2024-02-16 15:50:19       ÎZMÎR - Îfadeyên rojnamegeran ên li Îzmîrê ev 4 roj in di bin çavan de ne û ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin li dadgeriyê dest pê kir.    Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Delal Akyuz û Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, nûçegihanê Gazeta Duvarê Cîhan Başakçioglû û xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Fûnda Akbûlût ku di 13’ê sibatê de hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên îfadegirtinê yên li miduriyeta polîsan di roja 4’an de sewqî dozgeriyê hatin kirin. Rojnamevanên sewqî Edliyeya Bayrakliyê ya Îzmîrê hatin kirin, bêyî ku ji aliyê dozgeriyê ve îfadeyên wan bên wergirtin, sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hatin kirin.   Rojnameger bi saetan bi kelepçeya berovajî li Edliyeya Bayrakliyê ya Îzmîrê hatin sekinandin.  Îfadeyên rojnamegeran ên li Îzmîrê ev 4 roj in di bin çavan de ne û ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin li dadgeriyê dest pê kir.