Çalakvanên nobetê di daxwazên xwe de bi israr in 2024-02-16 15:33:08       STENBOL - Di 67'emîn roja çalakiya Nobeta Edaletê de çalakvanan diyar kirin heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad nebe wê dev ji têkoşîna xwe bernedin.    Bi pêşengiya MATUHAYDER'ê di 13'ê Kanûna 2023'yan de çalakiya Nobeta Edaletê dest pê kir. Nobeta Edaletê ya li avahiya DEM Partiyê ya Kuçukçekmeceyê di roja 67'an de dewam dike. Li eywana çalakiyê pankartên "Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê têk bibin û bibin dengê zindanan","Ji bo edaletê em tecrîdê têk bibin ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan" hatin daliqandin. Xizmên girtiyan bi berdilkên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" serê sibehê dest bi çalakiya nobeta xwe kirin.    Heta azadiya fîzîkî wê têbikoşin   Di çalakiyê de her tim dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Gelek kes hatin serdana nobetê û hat gotin heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad nebe wê dev ji têkoşîna xwe bernedin.