Çalakvanên nobedê yên bajarên din bi rêya dîmen gihaştin hevdû 2024-02-16 14:32:07       AMED - Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin li Amedê di roja 82'yan de didome. Îro di çalakiyê de dayikên ku li bajarên cuda nobedê digirin bi dîmen hevdîtin pêk anîn û peyamên xwe parvekirin.    Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 35 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin.    Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.   Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hat destpêkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Rezana Amedê di roja 82'yan de de didome. Çalakvanên nobedê îro jî pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatî nivîsandin li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin.   Dayikên ku di çalakiyê de cih digirin bi dîmen bi dayikên din ên bajarên cuda nobedê digirin re hevdîtin pêk anîn. Peyamên mezinkirina piştevaniyê dan.    Piştî hevdîtina bi dîmen çalakvan bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan”  û “Jin jiyan azadî ” çalakiya xwe berdewam kirin.