Rojnamegerên di bin çavan de sewqî dozgeriyê hatin kirin 2024-02-16 10:58:44     ÎZMÎR -  Rojnamegerên di 13'ê Sibatê de li Îzmîrê bi ser mala wan de hat girtin û hatin binçavkirin, sewqî dozgeriyê hatin kirin.   Di 13'ê Sibatê de li Îzmîrê polîsan bi ser malaan de girtin û nûçegîhana me Melîke Aydin, nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Delal Akyuz, Tolga Guney, nûçegîhanê Rojnameya Dûvarê Cihan Başakçioglu û xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrastiyê (DEM Parti) Fatma Funda Akbulut kirin bin çavan. Rojnameger ev 4 roj in di bin çavan de ne. Rojnameger di saetên serê sibehê de sewqî dozgeriyê hatin kirin û ew anîn Edliyeya Bayrakliyê ya Îzmîrê. Rojnameger bi kelepçeya berovajî li edliyeyê tên sekinandin.