Gav bi gav ber bi Amarayê ve 2024-02-16 10:05:06     Rojda Aydin   AMED - “Meşa Mezin a Azadiyê” ku li du baskan dest pê kir, di 15 rojan de li tevahiya Kurdistanê deng da. Di her rawestgehê de ku kêfxweşî û kelecanek mezin hebû, daxwaza hemû kesan yek bû û ev jî, “Jiyanek azad û aştiyane” bû.     Gelo heqîqet, azadî çiye û çima ji bo gelan ev qas pêwîste? Daxwaza azadiya bi salan çima nayê bihistin? Bersiva van hemû pirsan li Girava Îmraliyê ye. Di 15’ê Sibata 1999’an de ku bi komployek navneteweyî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin şûnde tecrîdek giran hat destpêkirin û heya îro ev yek berdewam dike. Bi tecrîdê re li Kurdistan û Tirkiyeyê şerê navxweyî bi taybetî li hemberî Gelê Kurd bêtir pêş ket. Berê tecrîdê û piştî tecrîdê jî daxwaza jiyaneke azad û aştiyane ya Gelên Kurd bi salane bi israr didome.   Tecrîda ku li hemû girtîgehan bandora xwe nîşan dide, bi taybetî li Kurdistanê jî bêtir xwe da der. Ev yek jî neçareserkirina pirsgirêka kurd derdixe pêş. Ji ber vê yekê jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kurd her di nava hewldanan de nin. Ji van hewldanan yek jî “Meşa Mezin a Azadiyê” ye. Ev meş ji meşên din cudatir bû. Ev meş ji du baskan ango Wan û Qersê dest pê kir, piştî 15 rojan ango roja komployê bi dawî bû.    Di vê meşê de çibû, çi derket pêş û daxwazên gel çibûn? Ez jî wek rojnamegerek ji roja ewilî ve vê meşê dişopînim, bûm şahidê pêvajoya dîrokî ya vê meşê.   Li her rawestgehê kêfxweşiyek cuda   Meşa ku 15 rojan berdewam kir, li bajaran, navçeyan, bajarokan û gundan bi awayekî cudatir hatin pêşwazîkirin. Pêşwazîkirina bi coş kêfxweşiya “Rêwiyên Azadiyê” li her rawestgehê zêdetir dikir. Ji Behdînanê ber bi Botanê, ji Botanê ber bi Amedê û ji Amedê ber bi Amarayê… Ev kelecana meşvan û gel her ku diçû mezin dibû. Her ku gavek nêzî Amarayê dibûn, kêfşiyek mezin derdiket pêş.   Dayik û laçikên wan ên spî... Di her rawestgehên bajarên Kurdistanê de pêşwaziya her bajar û navçeyê cûdatir bû. Ji Serhedê heta Botanê ligel hewaya sar, berf û seqemê jî ev meş bi biryariyek berdewam kir. Ji vir jî heta Amarayê ev biryarî bi dawî nebû. Di her rawestgehê de dayik bi qurnefîl û laçikên spî ku tê wateya aştiyê, rêwiyên azadî û aştiyê pêşwazî dikirin. Dayikên ku zarokên xwe windakirine, ên ku zarokên wan girtîne û yên ku hîn cenazeyên zarokên xwe nedîtine di eniya pêş a meşê de cihê xwe girtin û daxwaza xwe ya aştiyê dubare dianîn ziman. Ev biryariya dayikan hêzek mezin dida meşvanan û wan gelek hêstiyar dikir. Ji ber vê yekê jî meşvanên azadiyê bi vê hêstê û daxwazên dayikan meşa xwe zêdetir xûrttir dikirin. Her wekî din li her rawestgehê bi def û zirneyê, bi stranên dayikan û govendê ev meş hat xemilandin û dîmenên bi reng derdiketin holê. Elbet gel vê yekê wek “Govenda Azadiyê” bi nav dikir. Ji ber vê yekê jî govenda azadiyê li her bajarê mezintir dibû.   Cihê ku pêvajoya çareseriyê dabû bû   Li cihê ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû ango Serêkaniyê, pankarta “Rêberek Azad, Welatek Azad” û posterê Abdullah Ocalan ku hat vekirin, dubare daxwaza pêvajoya çareseriyê anîn ziman. Li vê derê ku pêşwaziyek bi heybet bû, di dema oxirkirina meşvanên azadiyê zarokek 8-9 salî bi nîşaneya serkeftinê li pey konvoya meşvanan ket. Ev yek carekedin serhildanan gelê Serêkaniyê nîşan da.   Dîrok carekedin zindî bû     Li her rawestgehê ku coşek cuda hebû lê daxwaz yek bûn. Li her rawestgehê dayikên ku ligel temenên xwe yên mezin jî bi flamayên kesk, sor û zer ve di eniya pêş a meşiyê de cihê xwe girtin. Di meşê de gorên kesên ku di dîroka kurdan de cih girtine û li pêy xwe mîrateyek hiştine hatin ziyaretkirin. Mirov di meşa 15 rojan berdewam kir de dikare bêje ku berxwedana dîrokî carekedin zindî bû. Elbet li her bajarê astengiya polîsan hebû, lê belê gel û bi taybetî jî dayikên ku di eniya pêş a vê meşê de cihê xwe girtin, astengiyan nasnedikirin û dorpêçên heyî hildiweşandin. Berxwedana ku bi salane didome carekedin zindîbûna xwe nîşand da.    Gav  bi gav ber bi Amarayê ve     Piştî meşa 15 rojan meşvanên azadiyê gihaştin navçeya Xalfetî ya Rihayê. Beriya em bigihîjin Xelfeliyê, li bajaroka Alîgorê bi dehan welatî li benda meşvanên azadiyê bûn. Dema meşvanên azadiyê hatin, bi dirûşm û kulîlkan hatin pêşwazîkirin. Li vê derê carekedin ev daxwaz hat dubarekirin. Piştre ji vir bi dehan maşîneyan ve ber bi Xelfeliyê ve bi rêketin...   Wekî ku mirov ne ber bi Amarayê ve, wekî ku ber bi Girava Îmraliyê ve diçe leşker û polîsan di bin navê “Ewlehî” de rê girtibûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî dikirin. Rêyên ku ber bi Amarayê ve diçûn bi maşîneyên zirxî û TIR’an ve hatibûn girtin da ku kesek nikaribe derbas bibe. Lê belê Meşvanên Azadiyê, gel û ciwan vê astengiyê nasnekirin. Piştî ji 5 noqteyan derbas bûn, 25 km ji Xelfetiyê re mabû Meşa Azadiyê hat rawestandin. Dû re maşîneyên parlamenteran hatin derbaskirin. Di vê navberê de leşkeran daxwaza lêgerîna GBT'ê kir. Li vir saetek nîv li benda welatiyan man ku bên cem Meşvanên Azadiyê. Lê belê leşkeran destûr neda ku welatî derbas bibin. Di wê navberê de me dît ku ciwan bi meşê ber bi meşvanan ve tên... Piştî çend deqe derbas bû, ew gihaştin Meşvanên Azadiyê. Ciwanên ku astengî û qedexe nasnekirin ji rêya otoban bi piyan, ji ser têlan banzdane û hatine... Ev hewldan û meşa wan bêtir girîngiyek mezin da vê rojê û meşê.   Dirûşmeya ‘Bimre komploya 15’ê Sibatê’ li kolanan deng da     Piştî saetek û nîv em ber bi navenda Xelfetî ve dikevin rê. 25 km şûnde em gihaştin Xelfeliyê. Meşvan bi tililî û dirûşmeyan û bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Welatî bi cilên reş û pankarta ku “Hûn bi xêr hatin xaka ku roj lê hiltê” meşvanan pêşwazî kir. Di her salvegera komployê de ku gel cilên reş xwe dike “Serhildana” xwe jî tîne ziman, îsal jî ev raperîna xwe bi vî rengî anîn ziman. Duh li kolanên Xelfetî dirûşmên “Hezar silav ji Îmraliyê re” û “Bimre komploya 15’ê Sibatê” deng da.     ‘Ev meşa bi milyonan kesî ye’     Li vê derê yek ji Meşvanên Azadiyê ya ku xwe gihand xaka ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûyî Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û got: “Ev meş ne tenê meşa kesên dimeşin, ya bi milyonan e. Heta ku dengê Birêz Ocalan bigihije her kesî û heta ku pirsgirêka kurd çareser dibe jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    Piştî daxuyaniyê Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve ketin rê. Lê belê carek karê rojnamegeran hatin astengkirin. Ev 15 roj in em wek rojnameger "Meşa Mezin a Azadiyê" dişopînin, ji ber neçûyîna me ya li Amarayê elbet xemgîniyekê çêbû...   Piştî demekê şûnde parlamenter vegeriyan navçeya Xalfetiyê. Em di wê navberê de hîn dibin ku gundê Amarayê hatiye dorpêçkirin, ji ketin û derketinê re hatiye qedexekirin. Ligel hemû hewldanan jî destûr nehatiya dayîn ku Meşvanên Azadiyê bighêjin Amarayê.    Li vir piştî daxuyaniyê meş hat bi dawî kirin. Dayikên ku pêşengtî ji meşê re kirin ji Meşvanên Azadiyê re gotin "Em ê di rojên xweş de hevdû bibînin”... Meşvanên Azadiyê xwatir ji şêniyên Xelfetî xwestin...    Piştî xwatir xwestinê em ber bi Amedê ve ketin rê. Di dema çûyînê de ew bîranên 15 rojan ku tê bîra me kenek tîne rûyê me…