Ayten Kiran: Divê aktor vê derfetê binirxînin 2024-02-16 09:04:32     Zelal Tunç   WAN - Endama Lijneya Rêveber a ÎHD’ê Ayten Kiran  ji bo grevên birçîbûn, Nobetên Edaletê û Meşa Mezin a Azadiyê diyar kir ku gavên girîng in û got gel li her derê parlamenterên çalakî bi rê ve birine bi hêviyek mezin pêşwazî kirine. Aytenê daxuyakirin ku divê aktorên siyasî pêvajoyê baş binirxînin û banga bidawîkirina tecrîdê kir.   Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ di 27'ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hatin destpêkirin û di roja 82’yemîn de ye. Bi heman daxwazê bi pêşengiya xizmên girtiyan  çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin. Her wiha di 1'ê Sibatê de jî "Meşa Mezin a Azadiyê" li Qers û Wanê hat destpêkirin. Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ayten Kiran der barê daxwazên çalakiyan de ji ajansa me re axivî.   ‘Tecrîd bi berxwedana girtiyan vala derket’   Aytenê da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgen her diçin zêde dibin û desthilatdarî dem bi dem li gorî rewşê tund dike. Aytenê wiha vegot: “Di 5 salên dawî de binpêkirinên mafan zêde bûn. Tecrîda li Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgehan kiriye. Ev tecrîd bi girtîghên nû hatine çêkirin gihiştiye astek jor. Tecrîda li ser girtiyan her diçe giran dikin. Ji A heta Z tîpên girtîgehan ava dikin. Dem bi dem di mijara tecrîdê de bi ser ketin lê girtiyan pir caran tecrîd vala derxist.”   ‘Divê desthilatdarî bi awayekî cidî bifikire’   Aytenê axaftina xwe wiha domand: “Li ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê li girtîgehan hat destpêkirin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Li girtîgehan şert û mercên jiyanê pir giran in û bi grevan pirsgirêkên tenduristiyê rû didin. Girtî dibêjin heta 15’ê Sibatê tecrîd ranebe wê grevê bidomînin. Em ji demên berê dizanin ku grev dibin sedema travmayên mezin. Divê desthilatdarî vê baş li ber çavan bigire.”   ‘Divê hevdîtin bên kirin’   Aytenê daxuyakirin ku li vî welatî wekî Kurd tune ne, wekî girtiyên siyasî tune ne tevdigerin û wiha domand: “Desthilatdarî dizane ku ev pirsgirêkek çiqas mezin e. Divê demildest tecrîd bi dawî be. Divê hevdîtin bên kirin. Tecrîd li hemû girtîgehan heye. Bi taybet li ser girtiyên jin tecrîd û binpêkirinek mafan a mezin heye. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Muhlîse Karaguzel û Hanîfe Aslan tevî nexweşiyên giran û temenê mezin nayên berdan. ATK her carê raporên cuda dide û rapora ‘dikare girtî bimîne’ didin. Desthilatdariya girtiyên siyasî bernade, ji bo Hîzbûllahê efûya taybet derdixe.”   Cotstandardî di dewrê de ye   Aytenê her wiha daxuyakirin ne tenê li girtîgehan li hember çalakiyên li derve jî cotstandardî di dewrê de ye û wiha dirêjî dayê: “Em wek komeleya mafê mirovan li bajarên xwe wek çavdêr tevli çalakî û bernameyan dibin. Em dinêrin heman rojê çalakiya ku tevgera Kurd dike, sendîkayeke alîgirê desthilatdariyê jî dike. Lê nêzîkatiya hêzên ewlehiyê pir cuda ye. Du nêzîkatî derdikevin holê. Li welatekî pirsgirêk hebe divê hikûmet ji bo çareseriyê hewl bide. Desthilatdarî neçar e vê çareser bike.”   ‘Divê ev derfet baş bê nirxandin’   Aytenê balkişand ser grevan, Nobetên Edalet û meşa mezin û wiha dawî lê anî. “Ji bo şikandina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka Kurd ev hatin destpêkirin. Ev ji bo AKP’ê daneyek girîng e. Divê desthilatdarî vê esas bigire û çareser bike. Wek parêzvanên maf çavdêriyên me hene. Piştî meşê divê pêvajo bê destpêkirin. Ev derftek baş e. Divê ev derfet bê nirxandin.”