Tê payin îfadeya rojnamegeran bê girtin 2024-02-15 14:53:06     ÎZMÎR - Tê payin îfadeya 6 rojnamegerên di 13'ê Sibatê de li Îzmîrê hatin binçavkirin bê girtin.    Di saetên serê sibehê de li Îzmîrê di 13'ê Sibatê de polîsan bi ser malan de girtin û nûçegîhana JINNEWS'ê Melîke Aydin, nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan kirin, Delal Akyuz, Tolga Guney, xebatkara çapemeniya DEM Partiyê Fatma Funda Akbulut kirin  bin çavan. Rojnameger ev sê roj in di bin çavan de ne. Tê payin 6 rojnamegerên bi kelepçeya berovajî îşkence li wan hat kirin, sibehê derxin dozgeriyê.