RJAK: Divê çalakiyên ji bo Rêber Ocalan bên zêdekirin 2024-02-15 14:34:42       NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK’ê bi boneya 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Divê çalakiyên ji bo azadiya Rêber Ocalan berfirehtir bibin."   Rêxistinên Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya dijî Rêber Ocalan ragihand ku daxwaza dagirker û hevkarên xwestin tevgera şoreşgerî ya ku wî bi salan ji bo avakirina û pêşdebirina wê ked daye, têk bibin û wiha hate gotin: “Di salvegera Komploya 15’ê Sibatê de li Başûrê Kurdistanê jî di vê di salvegera komployê de çalakî û helwestên nerazîbûna li dijî komplo û tecrîda li Îmraliyê berfireh bibin û helwestek tûnd li dijî tecrîd û komployê bê nîşandan.”   Daxuyaniya RJAK’ê wiha ye:   “Dema ku tevgera azadiya gelê me ku afirînera sereke ya îradeya azadiya jinê ye, mezin bû, şervanên azadiyê gav bi gav bi fikir û felsefeya tevgerê û Rêberê xwe zanîbûn û dagirkeriya li ser ax, ziman û hebûna xwe fêm kirin, ketin nava têkoşînê û bi lehengî li dijî zilma ku dijminên doza me dimeşînin li ber xwe dan. Ji ber vê yekê dijminên gelê me bi dewletên hêzdar û kapîtalîst re hewl dan ku komployekê amade bikin da ku rê li pêşxistin û belavbûna modela rêveberiyê bike.   Daxwaza dagirker û hevkarên wan ya ji bo êrişa li ser gelê Kurd û destkeftiyên doza gelê Kurd, bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan bû yek. Armanc dîlgirtinê êrişkirina ser hemû gelê Kurd ê azadîxwaz bû ku di encama komployek navnetweyî de bê şerm biryara girtinê hate dayîn. Biryara girtina wî ne tenê ji bo wî bû, her wiha xwestin tevgera şoreşgerî ya ku wî bi salan ji bo avakirina û pêşdebirina wê ked daye, têk bibin.   Komploya qirkirinê herî dawî di 15’ê Sibata 1999’an de li Kenyayê pêk hat û Rêber Ocalan bi planeke hevpar hate girtin, girtina Rêberekî ku bi hemû tedbîran ji pêşengiya partiyek û gelên ku demokrasî û mafên mirovan dikin, hate girtin. Dewletên ku her tim behsa demokrasî û mafên mirovan dikin dikaribû pêşî li vê yekê bigire.   Ji wê demê ta niha hem li ser asta Kurdistanê hem jî li ser asta cîhanê bi hezaran çalakî û helwestên cûda hatine nîşandan, serî li sedan dezgeh û saziyên navdewletî hatine dayîn daku mudaxeleyî dosya azadiya Rêber Ocalan bikin. Asta bandora fikir û felsefeya Rêber Ocalan û pêşdîtinên wî wê yekê ji mere dibêje ku ew ne tenê ayîdî me Kurdan û afirînerê îradeya jinên azad ên gelê me ye.   Li ser asta zanistî jî salane li navendên akademîk ên cîhanê gelek lêkolînên li ser mijarên cûda yên wek; felsefe, civaknasî, dîrok, jineolojî û hwd tên kirin. Encamên komploya navneteweyî hem li ser asta tevgera me, Kurdistan û cîhanê jî bi temamî bendewarî û xwestekên dijminan berovajî kir, plan û xwestekên ku dijminan dixwest pêk bê, pêk nehatin.   Dema mirov lê temaşe dike, salane di salvegera komployê de bi milyonan kes ji netew û nejadên cûda daxwaza azadiya Rêber Ocalan dikin û li dijî welatên xwe ku di nav komployê de cih girtibûn helwest nîşan didin. Rêber Ocalan bi fikir û felsefeya xwe bûye hevên û rênîşanderê hemû çîn û beşên cûda yên civakên van welatan. Ji bona wê îsal jî bi tevlîbûna bi sedan kesayetan kampanya azadiya Rêber Ocalan hatiye destpêkirin û têde çalakiyên wek semîner, konferans, meş û hwd pêktên. Li Bakurê Kurdistanê meşa dirêj a bi pêşengtiya jinan û parlementerên DEM Partiyê li gelek bajar û navçeyan bêy ku guh bidin astengiyan berdewam dike.   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê Kurd û gelên din ên Sûriyeyê, heta li cihên erdnîgarî yên ku berê paytexta çeteyên DAIŞ’ê yên weke Reqayê bûn jî, ji bo azadiya Rêber Ocalan tevlî hemleya giştî ya neteweyî dibin. Di salvegera Komploya 15’ê Sibatê de li Başûrê Kurdistanê jî di vê di salvegera komployê de çalakî û helwestên nerazîbûna li dijî komplo û tecrîda li Îmraliyê berfireh bibin û helwestek tûnd li dijî tecrîd û komployê bê nîşandan. Divê ji nêrîna ku ew serokê tevgerek siyasiye dûr bisekinin û hemû bi hevre bi dirûşma ‘bila îsal sala azadiya Rêber Ocalan û şikandina tecrîdê be’ komplo were şermezarkirin.   Azadiya fîzîkî ji bo Rêberek ku ev 25 salin di girtîgehê de li ber xwe dide, rêberek ku afirînerê îradeya xwebûna jin û felsefeya jin, jiyan azadî ye.”