Girtiyên siyasî: Em ji bo têkoşîneke radîkaltir bang dikin 2024-02-15 14:32:15       NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser navê girtiyên Siyasî Denîz Kaya daxuyaniyek da û got: "Weke girtiyên şoreşger em careke din mîmarê berxwedana Îmraliyê ya dîrokî Rêber Apo silav dikin, hêzên ku Komploya Navneteweyî li dar xistine şermezar dikin, şehîdên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê îdealên wan bi cih bînin."   Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li ser navê girtiyên PKK û PAJK'î Denîz Kaya daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:   “Bi ser Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê re ya li dijî Rêber Apo ku bi paradîgmaya Civaka Demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jin re ku ronahiya tevahiya mirovahiyê ye û bi destê hêzên komploger ên navneteweyî hatî pêk anîn 25 sal derbas bûn. Di salvegera komployê de ku 25 sal li pey xwe hişt, em hêzên komploger şermezar dikin û careke din diyar dikin ku em weke girtiyên şoreşger ên PKK û PAJK'ê di salvegera 26'an a komployê de em ê têkoşîn û berxwedana xwe ya azadiyê bilind bikin. Di pêvajoya komployê de ku ev 25 sal in bênavber dewam dike, gelek şehîdên giranbuha hatine dayîn û li dijî komployê toreke berxwedanê ya mezin hatiye avakirin, em careke din di şexsê şehîdên ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ de hemû şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê girêdana xwe û têkoşîna xwe mezintir bikin.    Helwesta rûmet hat nîşandan   Li dijî Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku ev 25 sal in giran û kûr tê meşandin, Rêbertiya me li dijî teslîmkarî û serîtewandina ku ji aliyê hêzên komploker tê ferzkirin, hem hêzên komploger têk bir û hem jî bi Manîfestoyên Civaka Demokratîk re modelên bingehîn ên raman û rêxistinbûna azadiyê pêşkêşî gelan kir. Tevî berxwedana dîrokî û bi rûmet a Rêber Apo, gel bi taybetî gelê me rabû ser piyan û bi rihekî mezin ê berxwedanê daket qadan û bi xwedîderketina li Rêbertiya me re helwesta xwe ya bi rûmet nîşan da.    Li zindanên ku dewleta mêtinger û çete ya Tirk ji bo xwe kiribûn cihên teslîm girtinê û îrade şikandinê, milîtanên leheng û berxwedêr ên Rêber Apo bedena xwe kirin gokek ji agir û bersiva herî zelal dan komplogeran. Ew jî çalakiyên ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ bûn. Îro jî ev kevneşopî di asta navneteweyî û herêmî de berdewam dike. Gel bi pêşengiya jinan, bi çalakiyên xwe ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ber xwe didin. Di vê çarçoveyê de di 27'ê Mijdarê de em weke girtiyên şoreşger ên PKK û PAJK'ê tevlî vê berxwedana azadiyê ya li zindanan bûn û berxwedan û têkoşîna me bi moral û hêza ku ji Rêber Apo, gelê me yê hêja û gerîlayên me yên qehreman wergirtî mezin dibe.    Em çalakiyan silav dikin   Em weke fedaiyên Rêber Apo, berxwedana tevahiya gel û bi taybetî meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daketine qadan silav dikin. Dîsa em berxwedana dayikên birûmet ên ku çalakiya Nobetên Edaletê ku bi biryardariyek mezin ji bo azadiya Rêbertî tên dewamkirin silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Di serî de gelê me, divê hemû aliyên demokratîk, sosyalîst û kesên ku ji bo xwe dibêjin ez mirov im, xwedî li çalakiya dayikan a rûmet derkevin. Em têkoşîna leheng û qehremanên HPG û YJA Starê yên ku bi ruhê fedaî ya li ser esasê rastiya Rêber Apo teşe girtiye, ji bo ku Kurdistanê azad bikin li ber xwe didin û rê nadin dijmin çavên xwe vekin, silav dikin. Bi hêza ku em ji bilindahiya çiyayan digirin, têkoşîna me her ku diçe mezin dibe. Kurdbûna azad a ku dihat xwestin di şexsê Rêbertiya me de bi komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an bê bidawî kirin, di sala 26’an a komployê de bi berdêlên giran destkeftiyên mezin bi dest xist û dengê xwe li her derê dide bihîstandin.   Desthilatdariya dewleta faşîst, çete û mêtinger a Tirk û şefên faşîst Erdogan û Bahçelî serûbin dibin û ber bi têkçûnê ve diçin. Dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî’ ya li herêmê û gerdûnê belav dibe, desthilatdarî û destpota wan dihejîne. Rêber Apo ev 25 sal in li dijî siyaseta teslîmgirtin û tecrîdê li ber xwe dide û heqîqeta ku di vê pêvajoya berxwedanê de derxistiye holê, îro li tevahiya cîhanê belav bûye, raman û felsefeya azadiyê ya Rêbertî tên nîqaşkirin, hewl tê dayîn ku bê fêmkirin û pêk anîn.    Bi tempoyeke bilintir li ber xwe bidin   Rastiya Rêber Apo her ku diçe baştir tê fêmkirin û ev rewş çeteyên dewleta Tirk a mêtinger û hêzên komploger têk dibe, ji ber ku encam negirtin vê carê bi girankirina tecrîda li ser Rêbertî hewl didin vê siyaseta xwe bidomînin. Ji bo vê divê li dijî rêveçûna komplo û tecrîdê têkoşîn mezintir bibe. Ji bo ku hevrêtiya kêm a li hemberî rastiya Rêber Apo bi daw bibe û bi Rêber Apo re hevrêtiyek rast bê avakirin em di pozîsyonek rexnedayînê de ne. Ji bo em hevrêtiya kêm di her warî de ji holê rakin û bi Rêber Apo re li ser esasê pîvana hevrêtiya rast tevbigerin, em bi xwe re di nava têkoşînekê de ne. Aliyek a xwedîderketina li Rêbertî jî bi pêkanîna vê pîvanê û derbaskirina hevrêtiya kêm e. Li ser vê bingehê têkoşîna me ya navxweyî dewam dike. Em bang li gelê xwe û bi taybetî jin û ciwanên ku li ser esasê fikra azad hişyar bûne, li aliyên demokrat-sosyalîst, karker, kedkar, nivîskar, hunermend û rewşenbîran dikin ku di salvegera komployê ya 26’an de li dijî Komployê navneteweyî têkoşîneke hê bi biryar û radîkal bimeşînin. Divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi tempoyeke bilintir berxwedan bê meşandin.   Weke girtiyên şoreşger ên PKK û PAJK'ê em careke din mîmarê berxwedana Îmraliyê ya dîrokî Rêber Apo silav dikin, hêzên ku Komploya Navneteweyî li dar xistine şermezar dikin, şehîdên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê îdealên wan bi cih bînin."