'Serxistina azadiya Abdullah Ocalan wateyeke mezin e' 2024-02-15 14:10:32       NAVENDA NÛÇEYAN  - Înîsiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re ya Navneteweyî' ragihand ku Rêberê Gelê Kurd li gel bêderfetiyan jî bandoreke global kiriye û destnîşan kir ku azadiya Ocalan wê bibe azadiya gelan.   Înîsiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re ya Navneteweyî' daxuyaniyek weşand û got, "Piştî dîlgirtina 25 salan û demeke kurt beriya rojbûna 75'an azadiya Abdullah Ocalan ji her demê bêhtir bûye rewşeke lezgîn. Lê belê ev yek ne tenê meseleyeke tenê wî eleqedar dike. Meseleyek pêwendiya xwe bi wê yekê heye ku dawî li vî şerî bê anîn û civak ji pencê hesin ê dewletan bê rizgarkirin."   Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku beriya 25 salan, di 15'ê Sibata 1999'an de Abdullah Ocalan bi operasyoneke NATO'yê ji bajarê Naîrobî yê Kenyayê hate revandin û hate gotin, "Em hevkariya naventeweyî ya ku destûr da revandin û girtina wî, careke din şermezar dikin. Di heman demê de em hevkariya navneteweyî şermezar dikin ku derfet û rê dide şerê êrışkar ê Tirkiyeyê û dagirkirina gelek welatên cîran. Di vê salvegerê de ku 25 sal di ser revandina Ocalan re derbas bûn û wê rojbûna wî ya 75'an bê pîrozkirin, di heman demê de firsendeke girîng e ku serketiyên Ocalan ên di nava bêderfetiyê de li asta navneteweyî kiriye bê lêkolîn.   Dihate texmînkirin ku weke şexs wê serî li ber sîstemê bitewîne, teslîmiyetê qebûl bike, lê ew li ber tecrîdê rabû. Berevajî vê yekê ti carî neşikest, hîn bêhtir qîmetê wî zêde bû, fikir û felsefeya xwe, pêniyarên xwe yên siyasî di gelek pirtûkan de şênber kir."   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku destketiyên siyasî yên Abdullah Ocalan jî di heman astê de girîng e û hate gotin, "Ne tenê tevgera azadiyê ya Kurd jinûve bi rêxistin kir û derfetên Şoreşa Rojava afirand. Fikrên wî her wiha HDP ava kir ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hevsengiya hêz li dijî AKP a Erdogan hejand, guhert. Her wiha piştî qirkeriya Dewleta Îslamî, bi roleke mezin rabû ku Êzidiyên li Şengalê karibin projeya xwe ya rêveberiya xweser bixin meriyetê."   Di daxuyaniyê de işaret bi girîngiya pêngava azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin, "Hewldana serxistina azadiya Abdullah Ocalan xwedî wateyeke gelekî mezin e: Ocalan ji ber ku hem sembola guhertina pêşketî ya li Rojhilata Navîn e, hem jî aktorekî bi bandor e, azadiya wî wê bandoreke berfireh bike. Ev yek wê ne tenê bê wateya azadiya girtiyên siyasî yên din, di heman demê de wê guherîna şoreşgerî û demokratîk a li ser bingeha fikrên wî, bi pêş bibe. Fikrên wî rêya rizgariya ji krîzên li herêmê û cîhanê nîşan dide. Azadiya wî, wê têkoşîna li dijî dewletrperestiya netewe û qirker xurt bike, wê azadiya her hesî 'azadiya we jî di nav de' wê zêde bike.   Wezîfeya pêkanîna vê jî dikeve ser milê me hemûyan. Kampanyayên îmzeyan, xwepêşandan, greva birçîbûnê, hewldanên hiqûqî û siyasî em gelekî bi pêş ve bir, lê belê hîn nekarî wî azad bike. Bi nêzîkbûna rojbûna 75'an a Ocalan re û êrîşên kujer ên li ser Kurdan, têkoşîna ji bo azadiya wî û guhertina rêveçûna bûyeran hîn bêhtir lezgîn dike. Ocalan li gel zehmetiyên mezin serketinên gelekî bi bandor afirand. Divê em jî bi wî rengî bikin; Pirtûkên wî bixwînin, xwe bi rêxistin bikin, tevlî kampanya azadiya Ocalan bibin, niha tevlî têkoşîna ji bo azadiya wî û azadiya xwe bibin."   Yên îmza xwe danîn binê daxuyaniyê:    "Mairead Corrigan-Maguire (Nobel Peace Prize, Ireland), Dario Fo (Nobel Prize in Literature, Italy), Adolfo Perez Esquivel (Nobel Peace Prize, Argentina), José Ramos-Horta (Nobel Peace Prize, East Timor), José Saramago (Nobel Prize in Literature, Portugal), Danielle Mitterrand (Foundation France Liberté, France), Ramsey Clark (form. Attorney General, USA), Uri Avnery (Gush Shalom, Israel), Noam Chomsky (Linguist, Publicist, MIT, USA), Alain Lipietz (MEP, France), Pedro Marset Campos (MEP, Spain), Lord Eric Avebury (House of Lords, UK), Harry Cohen (MP Labour, UK), Cynog Dafis (MP Plaid Cymru, Wales, UK), Lord Raymond Hylton (House of Lords, UK), Lord John Nicholas Rea (House of Lords, UK), Walid Jumblatt (Leader of the Progessive Socialist Party, Lebanon), Rudi Vis (MP Labour, UK) Paul Flynn (MP Labour, UK), Máiréad Keane (Sinn Fein, Northern Ireland), Domenico Gallo (form. Senator, Italy), Livio Pepino (Magistratura Democratica, Italien), Xabier Arzalluz (President PNV, Spain), Tony Benn (MP Labour, UK), Alain Calles (President MRAP, France), Gianna Nannini (Singer-songwriter, Italy), Geraldine Chaplin (Actress, Spain), David MacDowall (Writer, UK), Dietrich Kittner (Cabaret artist, Germany), Alice Walker (Writer, USA), Franca Rame (Writer and actress, Italy), Chris Kutschera (Writer, France), Prof. Dr. Jean Ziegler (MP and Publicist, Switzerland), Prof. Dr. Angela Davis (University of California, Santa Cruz, USA), Prof. Dr. Norman Paech (International Law, Germany), Prof. Dr. Werner Ruf (International Law, Germany), Prof. Dr. Gerhard Stuby (International Law, Germany), Hans Branscheidt (medico international, Germany)."