Li Îzmîrê Komploya 15'ê Sibatê hat şermezarkirin 2024-02-15 13:56:48       ÎZMÎR - DEM Parti, DBP, TJA, ESP, DAD, Ege TUHAYDER, ANYAKAYDER û Dayikên Aştiyê li Îzmîrê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.    DEM Parti, DBP, TJA, ESP, DAD, Ege TUHAYDER, ANYAKAYDER û Dayikên Aştiyê li Îzmîrê daxuyaniya çapemeniyê dan û komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Li ber avahiya DEM Partiyê ya Îzmîrê daxuyanî hat dayin û di daxuyaniyê de pankarta "Em meşa azadiyê slav dikin, komploya navdewletî şermezar dikin" hat daliqandin. Metna çapemeniyê ji aliyê rêveberê DBP'ê yê Egeyê Yahya Keser ve hat xwendin.    'Gelan bi têkoşîna xwe ev komplo vala derxistin'   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hemû gel hatiye xwestin bên teslîmgirtin û hat gotin:"Ev komplo li dijî aştiya gelên Rojhilata Navîn pêk hatiye. Lê belê gelan bi têkoşîna xwe ev komplo vala derxistin. Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan berpirsiyariya her kesî ye."    Komplo bi tecrîdê tê dewamkirin    Her wiha di daxuyaniyê de hat bilêvkirin ku komplo pevçûnê li ser gelan ferz dike û hat gotin:"Tecrîda ji 2015'an ve ye bi israr didome berdewamiya komployê ye. Bi vê komployê gelê li Rojhilata Navîn û li Tirkiyeyê dikevin bin tecrîdê. Xwesteka azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ji her carê girtîntir e û dîrokî ye."   'Girtî ev 81 roj in di grevê de ne'   Di daxuyaniyê de bal kişandin ser greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehan ji aliyê girtiyên siyasî ve hatiye destpêkirin û wiha hat gotin:"Li girtîgehan bi deh hezaran rêhevalên me di girtîgehan de dest bi greva birçîbûnê kirine. Dîsa li gelek bajaran bi pêşengiya Dayikên Aştiyê Nobetên Edaletê hatine destpêkirin. Hêzên navneteweyî yên xwestin ciwanên kurd têk bibin ew bi xwe têk çûn."   'Fikir û ramanên Birêz Ocalan bi ser ketin'   Di daxuyaniyê de bal kişandin ser fikrên Abdullah Ocalan û wiha hat gotin:"Paradîgmaya azadiya jinan diparêze li Rojhilata Navîn bi teşe bû. Ango li dijî komploya navneteweyî fikrên Birêz Ocalan bi ser ketin. Em bi biryar in û em bawer in ku wê Birêz Ocalan azad bibe û meseleya kurd çareser bibe."