Li çar kantonan bi deh hezaran kes li dijî komployê li qadan e 2024-02-15 12:57:40     NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera komploya 15'ê Sibatê de li çar kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deh hezaran kes daketin qadan.   Ji bo şermezarkirina komployê û daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li çar kantonan li heft navendan gel li qadan e.   Dikandaran ji bo şermezarkirinê dikanên xwe girtin, li Kantonên Cizîr (Dêrik, Qamişlo, Hesekê), Firat (Kobanê), Şehba û Reqayê û Helebê (Şêxmeqsûd û Eşrefiyê) bi deh hezaran Kurd, Ereb, Suryan û Ermen daketin qadan.   Şêniyên ji Girkê Legê, Til Koçer, Çilaxa, Koçerat û Beravê jî li qada Azadî ya li bajarê Dêrikê li hev kom bûn. Girseya gel ber bi Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve dest bi meşê kir.   Girseya gel a ji navçeyên Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê li qada Soman Sebrî ya li Qamişloyê li hev kom bû û ber bi Stada Şehîdên 12'ê Adarê meşiya.   Şêniyên ji navçeyên Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak, Hol û Şedadê jî li qada Şehîd Arîn Mîrkan a li Hesekê li hev kom bûn û ber bi qada Sebaxê ve meşiyan.   Xelkê Sirîn û Eyn Îsayê jî tevî şêniyên Kobanê li qada Şehîd Arîn Mîrkan li hev kom bû û ber bi kolana 48'an dimeşe.   Şêniyên Kantonê Efrîn-Şehbayê li navçeya Fafînê ya Şehbayê li hev kom bûn.   Xelê Dêrazor, Minbic û Tebqayê li xaçerêya jinê ya Reqayê li hev kom bû û ber bi xaçerêya Neîm ve meşiya.   Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî ji ber Salona 8'ê Adarê meşê destpê kir û wê li xaçerêya Zeytûnê ya li Eşrefiyê bi dawî bibe.