Li Mexmûrê li dijî komploya 15'ê Sibatê meş hat lidarxistin 2024-02-15 11:46:23     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji heft salî heta heftê salî dest bi meşeke girseyî kirine û hemû bi yek dengî dirûşmeya ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ berz dikin.   Îro 25 salên Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan temam dibe. Li seranserê Kurdistanê û dervey welat, gelê Kurd û dostên wan li ser linganin û banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dikin û Komploya Navneteweyî şermezar dikin.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî ji her beşên civakê ji heft salî heta heftê salî, daketine qadê û meşekê girseyî destpêkirine.   Xelkê wargehê hemû bi al û postên Abdullah Ocalan, bi yek dengtî dirûşmeyên ‘Kesek nikare roja me tarî bike’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî berxwedana Îmraliyê’ û ‘Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok’ bilind dikin.   Meşa xelkê wargehê di van kêliyan de dewam dike, tê payîn piştî meşê daxuyaniyek di derbarê rojê de were dayîn.