‘Di Meşa Mezin a Kolnê de hedef tevlibûna mîlyonek kes e’ 2024-02-15 09:05:25     Marta Somek   STENBOL - Endama YJK-S û Berdevka Komîteya Pêngavê Dîlan Çetînkaya ji bo "Meşa Mezin a Kolnê" ya ku wê 17’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê pêk bê banga tevlibûnê kir û got: “Heta azadiya serokatiyê pêk neyê em tevgera jinên kurd wê bêdeng nemînin.    Komployê 25 sal li pey xwe hişt û tecrîda giran ya li Îmraliyê didome. Azadiya fîzîkî ya serokatiya me wê ji nûve vejîna Gelê Kurd û jinên kurd be.”   Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya di 15’ê Sibata 1999’an de pêk hat 25 sal li pey xwe hişt.    Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kamplo hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li 11 navendên Swîsreyê komîteyên azadiyê hatin avkairin û çalakî û bername pêk hatin. 11’ê Sibatê de li Baselê ‘8’emîn Meşa Enterasyonal’ hat destpêkirin û ji 13 welatî bi tevlibûna 200 kesî bidawî bû. Yek ji çalakiya din ya li Ewropayê ya li dijî komployê pêk tê "Meşa Mezin a Kolnê" ya di 17’ê Sibatê de pêk tê ye. Tê payîn ku ji hemû welatan bi mîyonan kes tevli bin.   Endama Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û Berdevka Komîteya Pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" Dîlan Çetînkaya der barê komplo û çalakiyan de ji JINNEWS’ê re axivî.   "Li Strazburgê yekem çalakiya pêngavê pêk hat û dostê kurdan gotin ‘Em ji bo azadiya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê di piştevaniyê de ne em paçeyek vê têkoşînê ne’."   * Hûn komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Abdullah Ocalan pêk hatiye çawa dinirxînin? Komplo gihişt armanca xwe?   Em vê rojê di alî kurdan de wek ‘Roja reş’ bi nav dikin. Komplo dikeve sala 26’an. Ji 1999’an heta niha hêzên navneteweyî bi vê komployê qirkirina Gelê Kurd hedef kirin. Gelê Kurd li dora  Birêz Abdullah Ocalan yanî li dora berxwedana serokatiyêya li Îmraliyê bûn xelek û rolek girîng lîstine. Komplo teqez negihiştiye armanca xwe. Serokatiyê û Gelê Kurd komplo vala derxistine.   Di 1999’an de bêyî ku bangek bê kirin gel, zarok, ciwan, kal û pîr daketin kolanan. Rojî girtin, ev roj wek roja tarî îlan kirin. Li Ewropayê bi mîlyonan kurda daketin qadan. Li çar alî cîhanê mirovan bedena xwe dan ber agir. Gelê Kurd ku hewl hat dayîn di şexsê serokatiyê de bên tunekirin bi her tiştên xwe li qadan bûn û komplo vala derxistin. Wê hêzên komploger negihêjin armanca xwe.   * 38 mehe agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Li Kurdistan, Tirkiye û her derê cîhanê li dijî vê pêngav hat destpêkirin. Hûn dikarin behsa çalakiyên li Swîsreyê bikin?   10’ê Cotmeha 2023’yan de li 74 nokteyên cîhanê ev pêngav hat destpêkirin û xwedîderketinek mezin heye. Li Strazburgê yekem çalakiya pêngavê pêk hat û dostê kurdan gotin ‘Em ji bo azadiya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê di piştevaniyê de ne em paçeyek vê têkoşînê ne’. Dostên me êdî kirdeya vê têkoşînê ne. 11’ê Sibatê de li Baselê meşa dirêj a berbi Strazburgê destpê kir. Lig elek deverên cîhanê ciwan ji bo serokatiyê  bûn yek dil.   Me li Swîsreyê gelek çalakî pêk anîn. Me çend meh berê Konferansa Modernîteya Demokratîk pêk anî. Ji welatên me navê wan nebihistibûn kes li dora paradîgma serokatiyê hatin gel hev. Ji Abayala jin tevli Konferansa Jinan a Berlînê ya Navneteweyî bûn û gotin ‘Başe ku birêz Ocalan têgeha azadiyê ji bo jinan kir û jinên kurd li dora wî bûne yek’. Em îro hîn pêşketîtirin. Em kêfxweşin. Em çi kêfxweşin ku xwedî serokatiyeke wisa ne. Em jinên kurd kirdeyên îdiaya azadiyê ne.   "Şerê li Rojhilata Navîn li Ewropayê jî belav bûye. Ev jî têkçûna pergala cîhanê nîşan dide. Çareseriya vê pergala ‘modernîteya demokratîk’ a birêz Ocalan e."   * Li gelek welatên Ewropayê meş pêk tên. Hûn dikarin der barê çalakî û bernameyên der barê komployê de agahiyan bidin?     Ji 10’ê cotmehê de ye li Swîsreyê çalakî didomin. Em wek Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li  qadan, li herêman bûn. Me stand vekir û me balkişand ser bêdengiya li dijî tecrîda giran a li ser serokatiyê. Me li Swîsreyê jî li gelek cihî stand vekir. Di 11’ê Kanûnê de me bi gelek zimanî xwendina pirtûkên serokatiyê pêk anîn. Têkoşîna me wê bidome. Me der barê rewşa serokatiyê de dosya dan cihên têkildar. Em ê nesekinin û têkoşîna xwe bidomînin.   Li dijî komploya 15’ê Sibatê em li Swîsreyê diçin serdana esnaf û malbatan. 17’ê Sibatê de li Kolnê meşa me heye. Di vê çarçoveyê de xebatên me didomin. Em jinên Kurd wê 17’ê Sibatê de li wir bin.  Hedefa me mîlyonek kes tevli meşê bibin.   * 25’emîn sala komployê ye, hûn azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çawa dinirxînin?   Em 25 salî li pey xwe dihêlin. Hêzên ku mafê jiyan û hêviyê jî nakin mijara gotinê, divê bê baş bizanin ku, fikr û paradîgma Rêberê me  ku di bin tecrîda giran de ye, wê bibe vejîna ji nûve a Gelê Kurd û jinên kurd. Şerê li Rojhilata Navîn li Ewropayê jî belav bûye. Ev jî têkçûna pergala cîhanê nîşan dide. Çareseriya vê pergala ‘modernîteya demokratîk’ a birêz Ocalan e. Afrînerê pergalê serokatiya me ye. Navnîşana çarseriyê Îmraliye. Birêz Ocalane , ev gelek zelal e.