Xalîse Aksoy li gel zext û zoriyan têkoşîna xwe didomîne 2024-02-15 09:03:24     Şehrîban Aslan   AMED - Halîse Aksoy ku cenazeya kurê wê Agît Îpek bi kargoyê teslîmî wê hat kirin, tevî hemû zextan têkoşîna xwe meşand û piştre hat girtin. Halîse ku niha girtiye di her du runiştinan de nîşan da ku şûnde gavê navêje.   Agît Îpek yê HPG’î di 23’ê Gulana 2017’an de li Dêrsîmê di pevçûnekê de jiyana xwe ji det da. Tevî hemû hewldanên malbatê cenaze nehat dayîn. Di 2’ê Adara 2020’an de cenaze bi kargoyê teslîmî dayika wî Halîse Aksoy kirin.   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, Baroya Amedê, nûneriya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) a Amedê û Halîseyê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê peywirdarên Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê  serlêdana sûc kirin. Lê di lêpirsîna li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê hat meşandin bi neşopandinê bi encam bû.    Halîseyê dîsa îtîrazî biryarê kir. Jiyana Halîse Akoy ku bi şandina cenazeyê kurê wê yê bi kargoyê tê nasîn, yek ji mînaka jiyana dayikên Kurd e.   Gundên wan ji aliyê leşkeran ve tê şewitandin   Halîse li gundê Tizyan yê Artukluya Mêrdînê tê dinê.  Di temenê biçûk de tê zewicandin. Di salên 90’î de  şahidiya şewitandina gundan û zextan dike. Kurê wê Agit di 1992’an de tê dinê. Piştî gundê wan tê şewitandin. Bi 8 zarokên xwe re koçî Stenbolê dikin. Mêrê pê re zewicandî Halîse û zarokên xwe terk dike. Jiyan ji vir şûnde ji bo Halîseyê hîn zehmetir dibe.   Bi dehan carî tê girtin   Kurê wê Agît bi dehan carî tê binçavkirin, derbkirin. Agit ji ber zextan di 2010’an de diçe û carek din nayê. Piştî Agit her tim polîs bi ser mala wan de digirin. Halîse zarokên xwe digire diçe Mêrdînê  û piştre jî li Amedê bi cih dibe. Di 2010’an de agahiyê digire ku kurê wê Agît jiyana xwe ji dest daye.Diçe Dêrsîmê. Bi dehan carî serlêdanê dike. Lê cenazeyê kurê wê nadinê. Di 10’ê Nîsanê de bi kargoyê hestiyên kurê wê didinê.   Îşkence lê tê kirin   Di 23’ê Kanûna 2020’an de bi ser mala Halîseyê de digirin. Bi hinceta ku ‘îxbara’ endamên MYK HDP’ê mêvanên wê ne polîs bi ser malê de digirin. Deriyê wê tê şikandin. Halîse bi 5 kesî re tê derbkirin, serê mîvanê wê tê şikandin.5 saetan lêgerîn li malê tekirin. Piştre tên binçavkirin.  4 saet şûnde tên berdan.   Di 2022’an de bi ser gelek malan de tê girtin. Bi ser mala Halîseyê de jî tê girtin. Polîs ji keça Halîseyê re dibêje ‘dayika te tenê dimîne? Hatin û çûyîn heye an na? Ev parfuma kê ye? Pirtûkên malê dayika te dixwîne’.    Di 18’ê Gulan a2022’an de dîsa bi ser malê de tê girtin. Dîsa Halîse ne li malê ye.  Polîs ji cîranên Halîseyê re dibêjin ‘Bi rastî cenazeyê Agît Îpek bi kargoyê hat şandin? Tiştek wisa heye?’   Herî dawî Halîse di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya komarê ya Amedê de di 25’ê Nîsana 2025’an de li ser îfadeyên şahide veşarî Umît Akbiyik tê girtin.   Di îdianameya hat amadekirin de têkiliya wê ya bi keça wê û parêzerên wê re kirin mijara sûc û 15 sal ceza xwestin. îdianame ji aliyê 10’emîn dadgeha ceza giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Runiştina ewi di 6’ê cotmeha 2023’an de hat dîtin. Umît Akbiyik bi SEGBÎS’ê tevli bû. Halîseyê sûcdarî qebûl nekirin.    Runiştina duyemîn di 12’ê Çile de hat dîtin û tevî hemû nexweşiyan biryara tahliyeye derneket û runiştin taloqî 19’ê Nîsanê hat kirin.   Parêzerên Halîseyê banga xwedîderketina li dozê kir û gotin bila hemû rayagiştî bi hestiyar tevbigerin.