ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN 2024-02-15 09:00:00     * Aktîvîsta mafê mirovan û jinan Awîn Mostafazadeh got tundî û zextên zêdebûne yekane alava ku di destê Îranê de maye û got: “Gelê Kurd û Belucî dikin bin zextan û hewl didin bi vê hemû civaka Îranê biçewisînin. Lê gel ji zûde Komara Îslamî terk kirine. Veger jî nabe.”   * Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulderen Varli bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got navê çareseriya li Rojhilata Navîn Abdullah Ocalan e. DÎMEN HEYE   *Halîse Aksoy ku cenazeya kurê wê Agît Îpek bi kargoyê teslîmî wê hat kirin, tevî hemû zextan têkoşîna xwe meşand û piştre hat girtin. Halîse ku niha girtiye di her du runiştinan de nîşan da ku şûnde gavê navêje.   * Endama YJK-S û Berdevka Komîteya Pêngavê Dîlan Çetînkaya ji bo "Meşa Mezin a Kolnê" ya ku wê 17’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê pêk bê banga tevlibûnê kir û got: “Heta azadiya serokatiyê pêk neyê em tevgera jinên kurd wê bêdeng nemînin.     *Jinên li Reqayê tevlî konferansa bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan Azadî, em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin" hat lidarxistin bûn, wiha gotin:"Jinan xwestin bi lidarxistina konferanseke wiha rastiya siyaseta qirkirin û tecrîdê derxin holê. Her wiha ji bo tecrîd têk biçe konferansek wiha hat lidarxistin. Em jî li dijî komployê û ji bo têkçûyina tecrîdê her tim çalakiyên xwe li dar dixin. Loma ji bo têkçûyina tecrîdê konferansa jinan li Reqayê li dar xistin jî girîng bû. "  DÎMEN HEYE