Ayten Tikit a 13 sal in girtîbû tehliye bû 2024-02-15 08:28:05     MÊRSÎN - Ayten Tikit a 13 sal in girtîbû û tehliyeya wê ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve dihat astengkirin, ji Girtîgeha Jinan a Tersûsê tehliye bû.    Ayten Tikit (33)  a 13 sal in girtîbû û tehliyeya wê ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve dihat astengkirin, ji Girtîgeha Jinan a Tersûsê tehliye bû. Aytena ku ji aliyê malbat û hevalên xwe ve li ber girtîgehê hat pêşwazîkirin do bi şev ber bi memleketê xwe Îdirê ve derket ser rê.