Komploya 15'ê Sibatê di Nobeta Edaletê de hat şermezarkirin 2024-02-14 16:42:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeta Edaletê li gelek bajaran bi serdanan didome. Di çalakiyê de komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran daye destpêkirin didome. Di çalakiyên îro de jî çalakvanan daxwazên xwe dîsa anîn ziman.    Edene    Çalakiya Nobeta Edaletê ku li avahiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 73’yan de berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” hate vekirin. Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên navçeya Seyhanê hatin serdana nobetê. Kesên di çalakiyê de cih girtin daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin û gelek caran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” ve "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.    Êlih    Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 14’an de berdewam kir. Çalakî li avahiya DBP’a Êlihê tê lidarxistin û nûnerên rêxistin girseyî yên demokratîk ên bajar hatin serdana nobetê. Di heman demê de di nava rojê de gelek kes tev li çalakiyê bûn.    Mêrdîn   Nobeda Edaletê ya Mêrdînê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd ku li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê bi serdanan didome. Perwerdeya bi kurdî ya ku duh hatî destpêkirin îro jî berdewam kir. Di perwerdê de li ser girîngiya zimanê kurdî hat rawestandin.    Stenbol    Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê bi pêşengiya xizmên girtiyan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER) ve pêk tê. Li eywana çalakiyê pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Çalakiya îro jî bi serdanan berdewam kir û banga mezinkirina têkoşînê hat dayîn.    Nobeda Edaletê ya Mêrdînê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd ku li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê bi serdanan didome. Perwerdeya bi kurdî ya ku duh hatî destpêkirin îro jî berdewam kir. Di perwerdê de li ser girîngiya zimanê kurdî hat rawestandin.