Li Rojavayê Kurdistanê çalakiyên li dijî komploya 15'ê Sibatê 2024-02-14 15:24:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bangên pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan roj bi roj zêder dibin.   Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şêniyên rojhilatê kantona Dêrazorê, navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê 2 çalakiyên cuda li dar xistin. Her wiha Meclisa Minbicê ya Kombûna Jinan a Zenûbya û Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firatê bi daxuyaniyên cuda banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.   Dêrazor    Şêniyên rojhilatê kantona Dêrazorê ji pêşiya nexweşxaneya Hecînê dest bi meşê kir. Meş li qada Meclisa Malbatên Şehîdan rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Gel a Herêma Rojhilat Selah El Selman daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî hate şermezarkirin û bang li saziyên civaka sivîl, civata navneteweyî, NY, rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku ji bo Abdullah Ocalan azad bibe, bixebitin.   Dirbêsiyê   Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ji Parka Şehîd Zevîn ta Navenda Kongra Star meşiyan. Li pêşiya navendê endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fîdan Seydo axivî û berxwedana Abdullah Ocalan girtiyên siyasî di girtîgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de silav kir.   Her wiha Fîdan diyar kir ku bi yekitî û hevgirtina gelan tecrîd dê were şikandin.   Endama rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreger a Sûriyeyê şaxê navçeyê Nûr Ebas ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya  Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.   Minbic   Di heman çarçoveyê de li kantona Minbicê Kombûna Jinan a Zenûbya daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin dem dema azadiya Rêber Abduhhal Ocalan e.   Endama meclisê Hena Telcînî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de berxwedana Abdullah Ocalan hate silavkirin û hate diyarkirin ku bi belavbûna ramanên Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê komplo bi bin ket.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Kombûna Jinan a Zenûbya tev li kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dibe.   Kobanê   Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê jî daxuyaniyek li Kobanê da. Desteyê metirsiyên xwe li hember tenduristiya Abdullah Ocalan anîn ziman.   Her wiha balkişand ser bêdengiya CPT'yê ku serdana Abdullah Ocalan kir û heta niha tu daxuyanî têkildarî wê serdanê û rewşa Abdullah Ocalan nekiriye.   Desteyê bang li aliyên hiqûqî û NY'yê kir rewşa Abdullah Ocalan di ber çavan re derbas bikin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bixebitin.   Hol   Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê meşek li navçeya Holê li dar xist. Meş ji pêşiya avahiya Perwerdeyê dest pê kir û li çerxerêya navçeyê bi dawî bû. Li vir beşdaran deqeyeke rêz hat girtin. Ji rêveberên Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mihemed Ebûş axivî. Mihemed diyar kir ku projeya neteweya demokratîk a ku Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye ji tevahî pirsgirêkên gelan re çareserî ye.