Li Silêmaniyê li dijî komployê greva birçîbûnê hat destpêkirin 2024-02-14 15:14:30       NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê, di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de çalakiya greva biçîbûnê ji bo rojekê hate destpêkirin. Çalakvanan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin û banga beşdarbûna çalakiyên ji bo azadiyê kirin.   Di danê sibehê de li Silêmaniyê bi boneya şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de çalakiya greva biçîbûnê ji bo rojekê hate destpêkirin.   Di rêjeyek berbiçav de welatparêz, azadîxwaz û kesayetên siyasî beşdarî çalakiyê bûn. Merasîma çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê hemû şehîdan dest pê kir.   Piştre yek ji beşdarvanên çalakiyê Hacî Azad axivî û Komploya Navnetweyî şermezar kir û wiha got: “Ev çalakî li dijî zilma 25 salan ya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi armanca azadiya fîzîkî û piştgirî û berdewamkirina têkoşîna dayikên aştiyê û girtiyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin. Tecrîd û nehiştina dîtina Rêber Ocalan bêedaletiya herî mezin e û derewa ku mafên mirovan ên navneteweyî ji cîhanê re gotine û rûyê wan ê rast derdixe holê. Ji ber ku ev kiryar ne li gorî nirxên exlaqî yên mirovahiyê ye.”   Her wiha piştre Dilşad Osman di derbarê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata sala 1999’an de di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de dijî gelê Kurd hatî lidarxistin de semînerek pêşkêş kir û wiha ragihand: “Rast e di sala 1999’an de Komplo hate lidarxistin, lê di rastiyê de destpêka komployê digihije sala 1986’an ku Rêber Apo û PKK’ê xistîn lîsteya terorê de ku gelek dewletên hegemon beşdarî vê komployê bûn. Gelê Kurd kariye hin aliyên vê Komployê ne tenê li ser asta gelê Kurd, her wiha ji cîhanê re eşkere bike. Lê belê hina aliyên tarî yên vê Komploya Navneteweyî ku di bin kontrola saziyên îstixbaratê yên mezin de mane û nehatine eşkerekirin. Li cîhanê gelek nimûneyê komployên dijî gel û netewan hatîn pêkanîn hene, lê wêneyek wek tecrîda 25 salin berdewame li cîhanê nîne.”   Di çalakiyê de yek ji pirtûkên Rêber Ocalan ya bi navê ‘Sîstema Zîndana Îmraliyê’ hate xwendin. Di beşek ya pirtûkê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Ciwanan û beşdarvanên çalakiyê jî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Ocalan kirin. Çalakiya greva birçîbûnê wê rojekê berdewam bike.