Li Kantona Cizîrê şêwra pirtûkên Abdullah Ocalan 2024-02-14 14:16:31       NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li kantona Cizîrê di çalakiyên xwendina pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de got ew bi perspektîfên Abdullah Ocalan ve girêdayî ne.   Bi nêzîkbûna salvegera 25'an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Kongra Star li navçeyên Girkê Legê, Amûdê, Til Hemîs, Çilaxa,Qamişlo û Dêrikê  yên li kantona Cizîrê re , şêwirên xwendina parêzname û pirtûkên  Abdullah Ocalan li navendên Kongra Star li dar xistin.   Jinan beşa parêzname û nirxandinên Abdullah Ocalan ên der barê Komploya Navneteweyî de xwendin.   Endama rêveberiya Kongra Star a Çilaxa Semer Hisên şêwira li navçeyê bi rê ve bir û got: "Ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, divê felsefeya Rêbertî baş fêm bikin."   Dûre pirtûkên  Abdullah Ocalan li beşdaran hatin belavkirin.   Li navçeya Girkê Legê jî, endamên Kongra Star li navenda xwe ya li navçeyê, paraznameya  Sosyolojiya Azadiyê xwendin.