Nobeta li Wanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' didome 2024-02-14 14:15:30     WAN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Wanê di roja 72'yan de bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" didome.    Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 35 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin.    Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin. Dû re jî di 1'ê Sibatê de jî "Meşa Mezin a Azadiyê" ji Wan û Qersê hat destpêkirin. Meş 14 roj in didome.    Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan ve bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakî 72 roj in didome.   Îro Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Qelqeliyê û şêniyên taxa Mîthat Bey serdana çalakiyê kirin. Di serdanê de çalavan û ziyaretvan daxwazên xwe ya azadiyê carek din dubere kirin û banga mezinkirina piştevaniyê kirin.    Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku li Wanê 72 roj in didome îro jî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.