Rojnameger bi kelepçeya berovajî birin emniyetê 2024-02-14 13:49:26     ÎZMÎR - Hat hînbûn rojnamegerên li Îzmîrê hatine binçavkirin, bi kelepçeya berovajî birine emniyetê û hatiye xwestin serê wan bê tewandin.    Do li Îzmîrê polîsan bi ser malan de girtin û nûçegîhana Melike Aydin, nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Delal Akyuz, Tolga Guney, xebatkara çapemeniyê ya HDP'ê Fatma Funda Akbulut û xebatkarê Rojnameya Duvarê Cihan Başakçioglu hatin binçavkirin û biryara qedexeya hevdîtina parêzeran ji bo wan hat dayin. Piştî ev qedexe rabû parêzerên ji Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) bi rojnamegeran re hevdîtin kirin. Parêzeran gotin di serdegirtinê de materyalên dîjîtal ên rojnamegeran, Kovarên Modernîteya Demokratîk û Jineolojiyê hatine desteserkirin.    Îşkenceya kelepçeya berovajî   Hat hînbûn rewşa rojnamegeran baş e lê belê di bin çavan de kelepçeya berovajî li ser wan hatiye sepandin. Her wiha polîsan dîmenên rojnamegeran girtine û hewl dane serê wan bitewîne. Hat hînbûn hustê nûçegîhanê MA'yê Delal Akyuz diêşe. Her wiha li ser nûçegîhana me Melike Aydin mijara "sohbetê" hatiye ferzkirin. Melikeyê gotiye ev yek bêhiqûqî ye heta parêzerên wê neyê ew ê bi tu awayî hevdîtinê qebûl neke.    Ji ber biryara nepeniyê ya li ser dosyayê nehatiye rakirin loma jî derbarê naveroka dosyayê de agahî nehat girtin.