Plana îmarê ya Kanal Stenbolê hate betalkirin 2024-02-14 13:25:55       NAVENDA NÛÇEYAN - Plana îmarê ya Kanal Stenbolê hat betalkirin.    Dadgeha 11’emîn a Îdareyê ya Stenbolê plana îmarê ya Qada Avadaniyên Rezervê ya Yenîşehîrê ya Kanal Stenbolê betal kir. Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû got ku bi Projeya Kanal Stenbolê re “xeletiyeke mezin hatiye kirin.’ Ekrem Îmamoglû got ku ji ber ku biryara dadgeha îdareyê ye, ev biryar teqez nîne û dozên wan li dadgehên îdareyê û Dadgeha Bilind didomin.    Di doza ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê têkildarî plana îmarê ya projeyê vekiribû de biryar hate dayîn. Dadgehê plana îmarê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê betal kir. Her wiha redkirina îtîraza ÎBB’ê jî weke derhiqûqî nirxand.