ROJEVA 14'Ê SIBATA 2024'YAN 2024-02-14 09:00:00     * Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz da zanîn ku di çarçoveya salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de mal bi mal tax bi tax digerin û xebatan dimeşînin. Goncayê wiha got: “Em piştî 15’ê sibatê deriyên ku li aştiyêvedibin dixwazin. Em têkoşîna xwe di vî alî de dimeşînin. Em bang li hemû gelan dikin ku xwedî li doza xwe derkevin û bi hev re aştiyê bînin.”DÎMEN HEYE    * Jinên ji pêkhateyên ereb nerazîbûnên xwe yên li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, nîşan dan û wiha gotin:"Azadiya jinan bi saya projeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatiye. Loma jî yek ji armanca komployê têkbirina projeyê û vîna jinê bû. Yek ji xalên girîng a projeya netewa demokratîk a ku Rêbertî pêşkêş kiribû azadiya jinê bû. Ji ber ku bi azadbûna jinê re civakek azad tê afirandin. " DÎMEN HEYE    * Jinan bertek nîşanê polîtîkayên bêcezahiştinê yên di qetilkirinên jinan de dan û gotin kuştinên jinan her tim hene û sedema vê bêcezahiştin e. Jinan bal kişandin ser têkoşîna rêxistinkirî û gotin bila jin xwe ji dewlet û mêr biparêzin.  DÎMEN HEYE    * Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan jî yek ji meşvana “Meşa Mezin a Azadiyê” ye got: "Dema em ji serê sibê ji xew radibûn, coşeke wisa mezin li benda me bû ku her ku diçû ev coş mezin dibû. Li Serhadê rihek cuda ya berxwedanê û li Botanê jî rihek cuda ya berxwedan hebû lê daxwaz yek bû û azadiya Birêz Abdullah Ocalan bû."  BI DÎMEN    *Jinan bertek nîşanê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê dan û diyar kirin ku çavkaniya binpêkirinên li girtîgehan, asîmîlasyon, tundî û krîza aborî tecrîde. DÎMEN HEYE    *Siyasetmedar Elîf Akgul Ateş komploya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Hêzên hegemonîk paradîgma civaka demokratîk ya Abdullah Ocalan pêş xist xetere dîtin. Projeya li Rojava ketiye jiyanê li hesabên hêzên emperyalist nayê. Li dijî atmosfera tarî ya li Rojhilata Navîn meşaleya azadiyê gur dibe.”   *Di encama komploya navneteweyî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal berê anîn Tirkiyeyê de, gelek jinan got "Hûn nikarin roja me tarî bikin" û bedena xwe dan ber agir. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hevkariya parêzerên xwe ji bo van çalakiyan peyam şand. Piştî vê peyamê jî çalakiyan li dijî tecrîda giran berdewam kir.   *Hiqûqvan Necla Mihemed ku ji Kerbelayê beşdarî komxebata li Şengalê bû, diyar kir ku Abdullah Ocalan ronahiyeke ji bo jina azad ku xweda cîhanê ji bo wê ava kir û wiha got: “Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin ku wî bi fikr û felsefeya xwe bi milyonan jin azad kir.” BI DÎMEN