Nobeda Edaletê ya li Wanê: Têkoşîn dê her bidome 2024-02-13 14:47:46     WAN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Wanê di roja 71'an de bi serdanan didome. Di çalakiya îro de hat diyar kirin ku dê têkoşîn her bidome.    Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edealetê kirin.     Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan ve bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakî 71 roj in didome. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Artêmetê û şêniyên taxa Şabaniyeyê serdana nobetê kirin.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Ayten Salgir axivî û got: "3 meh in nobed didome. Li hemberî Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî tecrîdeke giran heye. Li girtîgehan greva birçîbûnê û li dervê jî çalakiya Nobeda Edaletê heye. Em hêvî dikin ku bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê. Em daxwaza çareseriyê dikin. 100 sal jî derbas bibe dê dîsa li ser mayê bicivîn. Tişta ku em bitirsin nîne. Em ê heta dawiyê têbikoşîn."   Çalakiya Nobeda Edaletê bi gotina stran û berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û “Be Serok jiyan nabe” didome.