MKG: Rojnamegeran demildest berdin 2024-02-13 14:03:24       NAVENDA NÛÇEYAN - MKG'ê têkildarî binçavkirin û girtina rojnamegeran de diyar kir ku rojnamegerî ne sûc e û wiha got:"Di van rojên herî zêde pêdivî ji heqîqetê heye de binçavkirina rojnamegeran tê wateya tunehesibandina azadiya çapemeniyê. Em dîsa tînin ziman ku divê hemû astengiyên li pêşiya raman û azadiya ramanê bên rakirin û em dîsa bi bîr dixin ku rojnamegerî ne sûc e. "   Îro di danê sibehê de li Îzmîrê polîsan bi ser malên rojnamegeran de girtin. Di encama serdegirtinên malan de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (Ma) Semra Turan, Delal Akyuz û Tolga Guney,  nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin û nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçioglû hatin binçavkirin. Di heman demê de xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Funda Akbulut jî hate binçavkirin.    Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî binçavkirin û girtina rojnamegeran da daxuyaniya nivîskî weşand. MKG'ê di daxuyaniyê de banga berdana rojnamegeran û bidawîanîna zextên li ser rojnamegeran kir.    Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Em dixwazin rojnameger demildest serbest bên berdan,   Li Tirkiyeyê azadiya ramanê her diçe ber bi nebaşbûnê ve diçe. Bi taybet mînaka vêya ya herî şênber jî girtin û binçavkirina rojnamegeran e. Em her roj bi operasyonên nû yên binçavkirinê hişyar dibin. Di 5 rojên dawî de 5 jinên rojnameger hatin binçavkirin û yek jê hat girtin.    Di 9'ê Sibatê roja înê de polîsan bi ser malan de girtin û hevalên me yên rojnameger Kibriye Evren û Selamet Turan hatin binçavkirin. Piştre Selamet Turan hat girtin. Îro dîsa me bi operasyonek nû ya li hemberî rojnamegeran çavên xwe vekir. Li Îzmîrê bi operasyona li dijî rojnamegeran nûçegîhana JINNEWS'ê Melike Aydin û nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, xebatkara çapemeniya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Fatma Funda Akbulut jî di nav de 6 rojnameger hatin binçavkirin. Dîtina dosyaya rojnamegeran a ji aliyê parêzeran ve, hat sînorkirin.    Binçavkirina rojnamegeran a her demê, zextên li wan tên kirin, hewldana çewisandina wan tê wateya astengkirina mafê girtina nûçeyan a gel. Di van rojên herî zêde pêdivî ji heqîqetê heye de binçavkirina rojnamegeran tê wateya tunehesibandina azadiya çapemeniyê.    Em dîsa tînin ziman ku divê hemû astengiyên li pêşiya raman û azadiya ramanê bên rakirin û em dîsa bi bîr dixin ku rojnamegerî ne sûc e."