Li Reqayê Konferansa ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir 2024-02-13 13:23:15     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Reqayê konferansa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir.    Li bajarê Reqayê Konfernasa Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Bi berxwedana gelan wê dîwarên Îmraliyê bên hilweşandin û bihara gelan pêk were" dest pê kir.   Di konferansê de endamên însiyatîfê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Meclisa Rûspiyan, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, endamên PYD`ê, nûnerên Însiyatîfa Gel û Meclisa Qanûnsaz û nûnerên însiyatîfê şaxê kantonên Tebqa, Minbic û Dêrazorê di konferansê de hazir in.   Hevserokê Meclisa Gelên Demokratîk a kantona Reqayê Lûey El Îsa, bi xêrhatina beşdaran kir û soz da ku têkoşînê berdewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya  Abdullah Ocalan bi dest bixin.     Her wiha cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk Hemdan El Ebid axivî û teqezî bi helwesta gelên herêmê ji bo piştgiriya aştiyê kir.   Di konferasê de dê 3 mijarên wek rastiya Rêvebertiyê, komploya navneteweyî û şaristaniya demokratîk bên nîqaşkirin.   Çav li rê ye ku di konferansê de encamnameyek bê derxistin.   Ev konferans di çarçoveya çalakiyên bi boneya salvegera 25`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan de tê lidarxistin.