ROJEVA 13'YÊ SIBATA 2024'AN 2024-02-13 09:00:00     * Aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan, bi têkoşînê komplo hat pûçkirin û got: "Jinên kurd di pêvajoya komployê de gelek bedelên giran dan. Beyî nasname, ziman, netew jinan ji bo Birêz Abdullah Ocalan têkoşînek da. Wek jinên kurd û TJA'yê dê ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan têbikoşîn û têkoşîna xwe mezin bikin." BI DÎMEN    *Dayika Aştiyê Afîfe Kartal ku di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî"de  beşdarî Nobeda Edaletê bû, Komploya 15'ê Sibatê nirxand û got, "Me cihê xwe li kolanan girt. 25 sal in ez di nava têkoşînê de me. Bang li gelê me dikim û dibêjim serî netewînin rabin ser piyan." DÎMEN HEYE   *Endama OHD'ê û parêzera dildar a Komeleya Dema Jinan Ekin Baltaş têkildarî peywira nû ya endamtiya AYM'ê ya endamê Şûrayê Dewletê ê ku îmzeya wî li binê biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê endamê heye wiha got:"Em vê yekê dibînin ku çawa jiyana jinan dibe mijara bazarê. Biryara vekişandin ji Peymana Stenbolê ne li gor prensîbên zagon û navneteweyî bû. Kesê ku li binê biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê îmzeya wî heye bû endamê AYM'ê." DÎMEN HEYE   *Jinên li Helebê yên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dem derbas kirine diyar kirin ku hevdîtina wan a bi Abdullah Ocalan re şanseke mezin e, ew gelekî ji fikir û ramanên wî bi bandor bûne û wiha gotin:” Rêbertî her ji bo me û ji bo hemiyan digot divê hûn tekoşîna xwe di riya rastiyê de dewam bikin, xwe nas bikin û rastiya kurdewarî nas bikin. Di dilê Rêbertî de her tim hezkirin û bawerî hebû. Ew xwediyê heybetek e mezin bû.” DÎMEN HEYE