Rojvelat Kizmaz defin kirin 2024-02-12 19:50:49   ELÎH - Rojvelat Kizmaz a ku 3 roj in agahî jê nedihat girtin û îro cenazeyê wî li Bendava Hesenkêfê hat dîtin, hat definkirin.   Rojvelat Kizmaz a 26 salî ya ji Êlihê 9'ê Sibatê roja Înê saet 10.30'an ji mala xwe ya li Petrol Mahalesiyê derket careke din agahî jê nehat. Birayê Rojvelat Rojnamevan Mehmet Kizmaz, piştî windabûna xuşka xwe li Emniyetê geriya. Rojvelat ku piştî 3 rojan îro di derdora seat 11.00’an de cenazeyê wî hat dîtin, danê nîvro ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolînê ya Êlihê.   Cenazeyê Rojvelat piştî otopsiyê radestî malbatê hate kirin.   Cenazeyê Rojvelat li goristana gundê Hermês yê navçeya Kercewsê ku li ser rêya Kerboranê ye li kêleka gorên 2 mamên xwe yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, hate definkirin.   Gelek kes û Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî merasîma sersaxiyê ya Rojvelat bûn.