Rojnameger Kibriye Evren serbest hat berdan 2024-02-12 19:12:17   STENBOL – Rojnameger Kibriye Evren a 3 rojin di bin çavan de mabû, ji aliyê 1’emîn Dadgeriya Cezaya Sulhê ve hat berdan û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.   Rojnameger Kibriye Evren a ku 9’ê Sibatê serê sibê di serdegirtina mala xwe ya li navçeya Tûzla ya Stenbolê hatibû binçavkirin, ji aliyê 1’emîn Dadweriya Cezayê Sulhê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin.   Ew sewqî dadger kirin   Îfadeya Kibriye ya ku di sala 2021'an de jı ber ji hevala xwe ya girtî re pere şandıbun hat sücdarkirin duh li Şaxa TEM'ê ya Kocaeliyê bi dawî bû. Kibriye ku ji aliyê 20 polêsan ve bi kelepçekirî hat binçavkirin, piştî 3 rojan sewqî Edliyeya Kocaeliyê hat kirin. Kibriye bêyî ku îfadeya wê li dozgeriyê bigirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Îfadeya wî li 1'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê bı dawi bû.   Tehliye kirin   Piştî îfadeyan dadger biryara berdana Kibriye da. Malbat û xizmên Kibriye ev biryar bi çepikan pêşwazî kirin..