Nobeta Edaletê: Heta Rêberê me azad bibe em ê dewam bikin 2024-02-12 17:06:07   MÊRSÎN - Nobetên Edaletê yên li Mêrsîn û Edeneyê dewam kirin. Çalakvanên nobetê gotin ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.    Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Çukurova TUAY-DER li Mêrsînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê û ji bo çareseriya meseleya kurd dest pê kir di roja 71'ê de dewam dike. Dayikên Aştiyê tevli nobetê bûn û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindana”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.    Ji Dayikên Aştiyê ya tevli nobetê bû Zeynep Alagaş got; “ Heta tecrîda li ser Rêberê me û girtîgehan dewam bike em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em edaletê dixwazin aştiyê dixwazin. Heta Serokê me azad bibe wê nobeta me bidome."   Nobetê bi stranên dayikan dewam kir.    Edene   Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya AATUHAY-DER li Edeneyê hat destpêkirin dewam dike. Dayikên Aştiyê yên di nobetê de cih girtin gotin ew ji bo bibin dengê zarokên xwe yên girtî ne li vir in û xwestin Abdullah Ocalan azad bibe.