Nobeda Edaletê bi biryar didome 2024-02-12 15:50:12   STENBOL - Nobeda Edaletê ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, piştevanî zêde dibe.   Greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehan ku di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dabûn destpêkirin di roja 78'an de berdewam dike. Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ve tê lidarxistin, li Stenbolê li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Esenyurtê di roja xwe ya 63'an de berdewam dike.   Di têkoşînê de israr dikin   Li gel rêxisitnên DEM Partiyê yên Avcilar, Gazîosmanpaşa, û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ên ku serdana piştgiriyê kirin, eleqeya welatiyan a ji bo serdanê jî didome. Xizmên girtiyan ên di daxwazên xwe de bi biryar in, çalakiyên li girtîgehan silav kirin û destnîşan kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk bê wê çalakiyên xwe bê navber bidomînin.   'Em li gel têkoşîna mafdar in'   Hanim Tosun a di serdana xwe ya ji bo piştgiriya çalakiya nobedê de axaftinek kurt kir diyar kir ku tecrîd li ku dibe bila bibe sûc e. Her wiha diyar kir ku heta girtî azad bibin ew ê têbikoşin û wiha got: “Divê hemû dayikên me ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin. Zarokên dayikên nobeda Edaletê didomînînin di zindanê de tên tecrîdkirin. Em vê naxwazin, em heta dawiyê li cem têkoşîna mafdar a dayikên xwe ne. Ji bo hemû kesên di zindanê de, fikrên wan çi dibe bila bibe, em dibêjin tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Heta zarokên me yên li girtîgehan azad nebin em dest ji vê têkoşînê bernedin.