Cenazeyê Rojvelat Kizmaz anîn Nexweşxaneya Lêkolînê 2024-02-12 15:13:44   ÊLIH - Jina ciwan a bi navê Rojvelat Kizmaz ji 9’ê sibatê ve li Êlihê winda bû. Îro cenazeyê Rojvelat hat dîtin. Cenazeyê Rojvelat anîn morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Êlihê.    Jina ciwan a bi navê Rojvelat Kizmaz ji 9’ê Sibatê ve li Taxa Petrolê ya Êlihê winda bûbû û îro cenazeyê wê hate dîtin. Cil û bergên Rojvelat duh li rex Bendava Heskîfê hatibû dîtin û îro jî cenazeyê wê li wir hate dîtin. Cenazeyê Rojvelat anîn morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Êlihê.    Cil û bergên Rojvelat Kizmaz duh di saetên êvarê de di encama hewldanên malbatê de li rex gola Bendava Heskîfê hatibûn dîtin. Birayê Rojvelat, rojnameger Mehmet Kizmaz ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û wiha gotibû: “Di 9’ê sibatê roja xwişka min winda bû me agahî da qereqol û emniyeta bajar. Lê heta niha tenê yek carê jî li malbata min negeriyane. Di nava sê rojan de em li her bihosteke kolanên Êlihê geriyan. Me ji emniyetê re got ku dibe xwişka me çûbe Heskîfê û di roja winda bûyî de me jê re got. Lê me bi xwe îro tespît kir ku çûye Heskîfê. Diviyabû midûriyeta emniyetê ya Heskîfê agahî bidaya cendirmeyan jî lê me bi xwe îro ji wan re got. Piştre jî em bi xwe li Heskîfê, li rex Dîcleyê lê geriyan. Me bi xwe cilên wê li rex avê dîtin. Me xwest ku keştiya lêgerînê di avê de dest bi lêgerînê bike lê ji me re gotin ‘qaptanê wê li derveyî navçeyê ye.’ Piştî ku me cil û bergên wê li wir dîtin, îcar jinişka ve li wir dest bi xebatê kirin.”    Piştî xebatên ekîbên lêgerînê cesedê Rojvelat di derdora saet 11.00an de li Bendava Ilısuyê hat dîtin. Cenaze anîn morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Êlihê. Tê payîn ku piştî kirariyên li morgê bi dawî bû dê li Gundê Hermes a Kerboranê bê definkirin.