Rojnameger Kîbriye Evren anîn edliyeyê 2024-02-12 12:07:35   STENBOL - Rojnameger Kîbriye Evren ji bo îfadeyê ji emniyetê sewqê dozgeriyê hat kirin.    Rojnameger Kibriye Evren a ku 9’ê Sibatê danê sibê di serdegirtina mala wê ya li navçeya Tûzla ya Stenbolê de hat binçavkirin, piştî 3 roj binçavkirinê sewqî Edliyeya Kocaeliyê hat kirin.   Rojnameger Kîbriye Evren bi hinceta ku di sala 2021'an de ji hevalê xwe yê girtî re pere şandiye bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" û "fînansekirina rêxistina terorê" hat sûcdarkirin, hat binçavkirin. Duh îfadeyên wê ya li Şaxa TEM'ê ya Kocaeliyê bi dawî bû. Piştî îfadeya wê ya emniyetê xilas bû îro sewqê edliyê hat kirin.